Koordînasyona Jinê êrîşên li gundê Helincê şermezar kir 2020-06-24 12:27:45   QAMIŞLO - Koordînasyan Jinê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê  bi çalakiyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şermezar kir.    Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê li ber neteweyên yekbûyî a bajarê Qamişloyê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şermezar kir. Di çalakiya şermezarkirinê de bi sedan jin amade bûn. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star, wêneyê Zehra Berkel û Emîne Mihemed Weysî  û pankartên bi nivîsa "Ji Hevrînan Heta Zehrayan Bilindkirina berxwedanê", "Berxwedana Gelê Kurd Wê Faşîzma Tirkiyê têk bibe" û "Wê hesabên Xwîna Şehîdên Me û Qêrîna Zarokên Me Bidin" hatibûn hildan.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongareya Star Dalya Henan axivî û êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şermezar kir û wiha got: "Em di serî de tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin. Em bi hêz û kîna dilê jinên azad van hovitiyên dewleta tirk şermezar dikin û em dibêjin hûn ê bi van êrîşên derveyî zagona navneteweyî tucaran ser nekevin. Ji xeta Bêrîtan û Zîlanan heta Hevrîn û Zehrayan têkoşîna jinan berdewam e wê xurtir û mezintir bibe. Xeta azadiyê yên ku bi fikir û felsefayê Rêber Apo  me nas kir em ê di vê xetê de bimeşin û xwediyê vê xetê derkevin. Em îro bi windakirina pêşengên Kongreya Star xemginîn, lê ew xemginî nabe cihê çewisandinê, berovajî wê eşqa me li beramberî azadiyê xurtir bibe."   Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd jî êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Em di şexsê Zehra û dayika Emînê de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ev bû çil sal em berxwedanek mezin dikin, ev berxwedan li tevahî cîhanê hat ispatkirin ku em xwediyê hêz, fikir, felsefe û birdozî ne. Çiqas êrîş li beramberî me were kirin jî em ê xeta berxwedanê hilbêjêrin. Em bi şehîd, hêz û keleşa xwe li hember tank û topên dewleta tirk disekinin. Em ê her dem li dijî van êrîşan li ser piyan bin û berxwedana xwe mezin bikin."   Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Koordînasyan Jinê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser Lewda Hesen ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Ji destpêka şoreşa 19'ê Tirmehê dewleta tirk dijminatiya vîna gelan kir. Bi hêzên çete re bû alîkar da ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Bi çeteyên mîna DAIŞ, Cebhet El- Nusra, Ehrari El- Şam dixwast herêmê dagir bike, lê ev hemû pilan bi bin ketin. Dewleta tirk bi awayekî ne rawa herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û li pêşiya çavên cîhanê kiryarên dijmirovahî derheqê gelan de dide meşandin. Dewleta tirk berjewendiyên xwe di nava lawaztiya pergala Sûriyeyê de û li gor hevpeymana Misaqî Milî li Sûriyeyê fireh kirin. Herî zêde bandora van berjewendiyan li herêmê me mayinde kir û li herêmên dagirkirî kiryarên bêexlaq derheqê mirov û bi taybet jinan de tê kirin. Êrîşa herî dawî ya dewleta tirk ên li ser gundê Helincê ya Kantona Kobanê hêza jinan û hebûna wan armanc girt û di encamê de hevala me Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel jiyana xwe ji dest da. Em weke Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Banga me ji hemû rêxistinên mirovahî re heye bi erka xwe ya ehlaqî rabin dewleta tirk li ser van kiryarên wê ceza bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.