'Gumanbarê tecawizê li derve ne lê girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin' 2020-06-24 09:10:31   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hevjîna girtiyê bi navê Mehmet Turgay ê 28 sale girtî ye û nexweş e, Zekriye Turgay axivî. Zekriye diyar kir ku ew sê sal in nikarin biçin hevdîtinê û wiha got  : “Yên ku gumanbarê şîdet û tecawizê berdan, girtiyên siyasî jî terkî mirinê kirin.”   Ji ber Vîrusa Koronayê qanûna înfazê hat derxistin û bi vê qanûnê re pêşî li tehliyebûna 90 hezar kesên ku tê de gumanbarê li dijî jin û zarokan sûc kiribûn jî, vekir. Tevî vîrusê girtiyên siyasî di vê qanûnê de cih negirt û girtiyên nexweş hîna di bin rîskê de ne. Malbatên girtiyan jî daxwaza xwe ya wekheviya di înfazê de tînin ziman.   Girtiyê bi navê Mehmet Turgay yê nexweş 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Dînar a Afyonê ye. Hevjîna wî Zekriye Turgay daxuyakirin ku ji hemû geşedanên neyînî AKP û MHP berpirs e.   ‘Divê dengê girtiyên nexweş bê bihîstin’   Zekiyeyê destnîşan kir ku gumanbarên tecawiz û şîdetê hatine berdan lê kesên mafên xwe xwestine niha girtîne û wiha got: “Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Yên gumanbarê tecawizê û kujerên jinan berdan, girtiyên siyasî terkî mirinê kirin. Gelo çawa rehet radizên? Ev li du devera cîhanê nehatiye dîtin. Ev biryarek bi edelet nîne. Em qebûl nakin. Hevjînê min nexweş e. 60 salî ye rehetbûna wî zehmet e.”   Zekiyeyê bi lêv kir ku bi sedan girtiyên nexweş hene û ev tişt bi lêv kir: “Divê demildest bên berdan. Divê siyasetmedar, saziyên civaka sivîl, rêxistinên maf di vê mijarê de zêdetir tiştî bikin.”   ‘3 sale nikarim biçin hevdîtinê’   Zekiyeyê anî ziman ku ji ber pençeşêrê lingekî xwe winda kiriye û ji ber vê sê sale nikare biçe hevdîtinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez demek zehmet derbas dikim. Ez bi kursiya bi teker dijîm. Di alî aborî de jî di alî derûnî de jî zehmet e. Berê tevî her tiştî ez diçûm hevdîtina hevjînê xwe. Niha di van şertan de ez nikarim biçim.”   ‘Alavên paqijiyê nadin’   Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku 28 sale girtîgeha ku neçûyê nemaye û wiha dawî lê anî: “Zarokên min li riya girtîgehê mezin bûn. Malbatên girtiyan rastî pêkanînên dijmirovahî tên. Bi mehane ji ber vîrusê tenê hevdîtina telefonê ya hefteyî pêk tê. Niha hevdîtinê girtî dest pê kirine. Lê ez nikarim biçim. Li girtîgeha wan vîrus nehatiye dîtin lê rîsk heye. Alavên paqijiyê nadin wan. Bidan jî biha ne. Ji her tiştên neyînî AKP û MHP berpirs e.”