‘Em li ber derê xwe nobedar naxwazin’ 2020-06-24 09:06:59   WAN - Jinan bertek nîşanê rayeya ji bo nobedaran hatiye dayîn, dan û wiha gotin: “Armanca wan ev e ku gel zêdetir biçewisînin. Em li ber deriyên xwe nobedaran naxwazin.”   Qanûna Nobedarên Tax û Sûkê ya ji 18 xalî pêk tê û raye û şêwazên xebata nobedaran diyar dike, di 18’ê Hezîranê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Li gorî qanûna ku 21 hezar nobedarî dihewîne, wê nobedar li tax û sûkan li dewriyê bigerin, nasnameyan bipirsin, di rewşên biguman de kesan bidin sekinandin û mudaxaleyê kesên biguman bikin.   Gelê herêmê yên ku bi salane di bin zexta polîs, leşker û cerdevanan de dijîn jî diyar dikin ku ev rayeya ji bo nobedaran tê dayîn bi armanca çewisandin û tirsandinê tê kirin. Jinên ji gundên xwe koç kirine û li taxa Xaçort a Rêya Armûşê ya Wanê dijîn, li dijî rayeya ji bo nobedaran hatiye dayîn bi bertek in.   ‘Polîs her tim li dewriyeyê digerin’   Fehîme Abî ya ji gundê Feraşîn ê girêdayê Elbaqê ya Şirnexê ye koç kiriye diyar kir ku ji ber şewitandina gundan wan koç kiriye û diyar kir ku li vir jî li taxê her tim di bin zextê de dijîn û got: "Polîs her tim li dewriyeyê digerin. Zarok li kolanê dilîzin. Em ditirsin ku rojekê li zarokan biqelibin. Gaza îsotê diavêjin. Ji ber vê gazê em nikarin fêkî û sebzeyên ku me çandiye jî bixwin. Kes li taxê pirsgirêkê dernaxe. Hewcedarî bi nobedaran jî tune ye. Bila ji bo pirsgirêkên din çareseriyê bibînin."   ‘Em xwe bi xwe diparêzin’   Devlet Duman jî ku 26 sal berê koçî taxa Xaçortê kiriye, destnîşan kir ku îktidar li şûna aştiyê her tim serî li polîtîkayên zextê didin û wiha berdewam kir: “Em xwe bixwe diparêzin. Hewce bi nobedaran tune ye. Em nobedaran naxwazin, qebûl nakin.”   ‘Em pêkanîna nobedaran naxwazin’   Delîla Demîr jî bi lêv kir ku gelên Tirkiyeyê bi krîzeke mezin a aboriyê re têdikoşin û wiha pê de çû: “Mirov birçî ne, lê butçe ji nobedaran re tê veqetandin. Bila ewil hewcedariyên gel bînin cih.”   Sabîha Dorman jî diyar kir ku Tirkiye welatê ‘şer, binpêkirin û krîzê ye’ û wiha got: “Tu fêdeya desthilatdariyê ji bo me çênebû. Li şûna pereyan didin nobedaran bila pirsgirêkên gel çareser bikin.”   ‘Em li ber derê xwe nobedaran naxwazin’   Nejla Dorman jî destnîşan kir ku bi hezaran jin rastî şîdetê tên, tên qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Ger cezayê hewce ji bo kujeran bihata dayîn wê evqas jin nehatibana qetilkirin. Niha jî wê nobedaran bidin ber derê jinên ji hevjînê xwe veqetyane, tenê dijîn. Em nobedaran naxwazin. Bila tenê cezayê heq dikin bên birîn.”