Komkujiya Kobanê êrîşeke dijmirovî bû 2020-06-24 09:06:41   Çeteyan nedigotin ev zarok e, jin an jî pîr e her kesê ku rastî wan dihat gulebaran dikirin. Cenazeyên zarok, jin û welatiyan di nav kolanan de roja kîmyebarana Helebçeyê di hizra mirovan re derbas dikir.  Kolan bûbûn şahidê bûyereke xemgîn   Xezne Celal   Di roja 25'ê Hezîrana 2015'an de welatiyên her deverê bi tîrêjên rojê re çavên xwe li rojeke nû vekirin. Lê şêniyên  Kobanê bi dengê gule, hewara zarok û dayikan re hişyar bûn. Wê rojê ji tax û kolanên Kobanê bêhna xwînê dihat û xemgînî derbasî dilê her kesî bû.    Em derbasî  5'emîn salvegera komkujiya Kobanê dibin ku wek rûpeleke reş, bûyereke bêbext di dîroka gelê Kobanê de cih girt. Kobanê nû ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, welatî nû vedigeriyan Kobanê û ji nû ve bajar dihat avakirin. Roja 25'ê Hezîrana 2015'an, di şefaqeke xapînok de welatiyên Kobanê bi dengê guleyan hişyar bûn. Piraniya welatiyan texmîn dikirin ku bajaroka Sirînê ya Başûrê Kobanê ji Çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, lê nedizanîbûn ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê bûne û her kesê ku rastî wan tê bi rengekî hovane qetil dikin.   Welatiyan derdora 2 saetan nedizanîbûn  bê çi diqewime, ji ber vê dema ku dengê guleyan bihîstin ji malê derdiketin û bê ku bizanibin çi diqewime dihatin qetilkirin. Ji zarokên 40 rojî bigirin heta pîr û kalên 80 salî hatin qetilkirin. Çeteyan nedigotin ev zarok e, jin an jî pîr e her kesê ku rastî wan dihat gulebaran dikirin. Cenazeyên zarok, jin û welatiyan di nav kolanan de roja kîmyebarana Helebçeyê di hizra mirovan re derbas dikir.  Kolan bûbûn şahidê bûyereke xemgîn. Tirseke mezin ketibû dilê welatiyan û her kesî şoq derbas kir. Ji ber ku guman nedikirin ku careke din çete derbasî bajêr bibin û komkujiyeke bi vî rengî derheqê welatiyan de pêk bînin. Komkujiya Kobanê êrîşeke dijmirovî bû.    Wê rojê 80 çeteyên DAIŞ'ê ku cilên YPG'ê li xwe kiribûn bi 7 wesayîtan ji bajarokê Sirînê berê xwe didin Kobanê û li deriyê Mûrşid Pinar ê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de wesayîtek teqadin, piştre dest bi pilana qirêj a kuştin û serjêkirina welatiyan kirin.Çeteyên DAIŞ'ê ji destpêka kolana 48'an ji aliyê wê yê Rojava heta taxa Miktelê û Kaniya Kurdan ên li aliyê Rojhilat û Başûrê bajêr kom bi kom belav dibûn û rasterast dest bi êrîşên li ser welatiyan kirin û komkujî pêk anîn.   Şervanên YPJ/YPG'ê li dijî komên çeteyên ku derbasî bajêr bûbûn operesyonek dan destpêkirin. Di roja duyemîn a operesyonê de piraniya bajar ji çeteyan hat paqijkirin. Piştî du rojan bi alîkariya şervanan cenazeyên di nava kolan û malan de hatin rakirin û li goristaneke taybet spartin axê.   Di encama komkujiyê de 242 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 35 zarok jî di dergûşê de bûn. 250 welatî birîndar bûn, 100 zarok bê dê û bav man. Her wiha 30 şervanên YPJ/YPG'ê û Asayîş di parastina welatiyan de jiyana xwe ji dest dan. Di encama operesyona şervanên YPJ/YPG'ê de 80 Çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.