ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-24 09:00:00   *Berdevka Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah diyar kir ku têkoşerên jin di tunekirina terora DAÎŞ'ê de xwedî roleke girîng in û wiha got:"Şervanên YPJ'ê di qada şerê li dijî DAÎŞ'ê de xwedî roleke girîng in. Şervanên jin dîsa careke din destanên qehremaniyê di şerê li dijî terorê de nivîsandin. Armanca me ew e ku mirov aram bijîn." DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Ligel tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî gel jî tecrîdek heye û bi hev re tê meşandin. Jin ligel êrîşên bi tund jî dîsa jî li dijî tecrîdê têkoşîna xwe didomîne."  DÎMEN HEYE    *Endama Meclîsa HDP’ê ya Rezanê Evîn Yelboga diyar kir ku dewlet bi zext û zordariyên li ser saziyên jinan dixwaze têkoşîna jinan krîmînalîze bike û anî ziman ku li dijî van polîtîkayan divê jin bi hev re têbikoşîn û rêxistina xwe xurt bikin. BI DÎMEN   *Di roja 25'ê Hezîrana 2015'an de welatiyên her deverê bi tîrêjên rojê re çavên xwe li rojeke nû vekirin. Lê şêniyên  Kobanê bi dengê gule, hewara zarok û dayikan re hişyar bûn. Wê rojê ji tax û kolanên Kobanê bêhna xwînê dihat û xemgînî derbasî dilê her kesî bû.  JI PÊNÛSA JINAN   *Jinan bertek nîşanê rayeye ji bo nobedaran hatiye dayîn, dan û wiha gotin: “Armanca wan ev e ku gel zêdetir biçewisînin. Em li ber deriyên xwe nobedaran naxwazin.” BI DÎMEN   *Kampanyaya Meclîsa Jinên HDP'ê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her dere ye" hatibû destpêkirin didom e. Aktivîsta TJA'ê Zelal Bîlgin diyar kir ku girtin û binçavkirin xebatên me asteng nake. Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çur jî wiha got: "Tehemûla me ji qetilkirina jineke din re û ji xespkirina îradeya me re nemaye." BI DÎMEN    *Hevjîna girtiyê bi navê Mehmet Turgay ê 28 sale girtî ye û nexweş e, Zekriye Turgay axivî. Zekriye diyar kir ku ew sê sal in nikarin biçin hevdîtinê û wiha got  : “Yên ku gumanbarê şîdet û tecawizê berdan, girtiyên siyasî jî terkî mirinê kirin.”   *Jina bi navê Edla Tahir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem jin e ku mêşên hingiv xwedî dike. Edlayê anî ziman ku ew ji 15 saliya xwe ve heta niha mêşên hingiv xwedî dike û wiha got:"Ez mêşên hingiv wekî parçeyekî girîng ê ji malbata xwe dibînim. Ez bang li hemû jinan dikim ku çanda xwedîkirina mêşên hingiv dewam bikin." BI DÎMEN