Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk şermezar kirin 2020-06-23 23:34:32   KOBANÊ - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê girêdayî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê daxuyaniya çapemeniyê dan.     Îşev dewleta tirk bi balafirên bêmirov (SIHA) li gundê Helincê yê ku Rojhilatê bajarê Kobanê dikeve da û di encamê de  Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl, dayika bi navê Emîne Muhemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Girêdayî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.     Daxuyanî li cihê bûyerê li gundê Helincê yê girêdayî Kantona Kobanê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin Viyan Hemedî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Îro di seat 19:00'an de dewleta tirk a dagirker bi balafirên bêmirov (SIHA) li gundê Helincê da û di encama wê êrîşê de sê jin şehîd ketin, dewleta tirk her tim jinan hedef digire û kiryarên dijmirovî pêk tîne. Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê van êrîşan şermezar dikin. Em ê bi roj û şev di nava tevgerê de bin da ku em gelê xwe ji kiryarên dewleta tirk biparêzin û qirêjiya dewleta tirk derxin holê."