Kampanyaya 'Têkoşîna Jinê li Her Derê ye' belav dibe 2020-06-23 15:52:17   WAN - Di çarçoveya Kampanyaya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya  bi navê 'Têkoşîna Jinê li Her Derê ye' li Wan û Îdirê jin hatin gel hevdu.    Di çarçoveya Kampanyaya Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya  bi navê 'Têkoşîna Jinê li Her Derê ye' li Wan û Îdirê jin hatin gel hevdu.  Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin, Hevseroka Rêya Armûşê Canan Uzunay, Endama PM'a HDP'ê Deniz Oztekin, Endam û rêveberên Meclîsa Jinê ya HDP'ê çûn serdana Şaxên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Hukumxwar û Girtiyan re  (TUAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) yên li Wanê    'Em dikarin bidin nîşandan ku em bi vê kampanyayê dikarin hilmê bistînin'   Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin di serdana TUAY-DER'ê de axivî. Oznûrê got:"Em hemû bûn şahid ku çawa zagona înfazê ya newekhev ji meclîsê derbas kirin. Di vê zagonê de dewsa siyastmedaran tecawizkar, diz û çete berdan. Jinên ku bi zarokên xwe re di girtîgehan de bûn nehatin berdan. Li dijî vê înfazê divê em hemû li gel hevdu bin. Ji bo herkes vê zagona înfazê qebûl bikin hewil didin. Di serdema pandemiyê de asta tundiya li ser jinê zêde bû. Kesên ji vê zagonê fêde girtin û derketin dîsa tundî pêk anîn. Li dijî vê yekê divê em hemû jin li gel hevdu bin. Em dikarin bidin nîşandan ku em bi vê kampanyayê dikarin hilmê bistînin."   'Em mecbûr dimînin ku kesên bi zagona înfazê re derketine bijîn'   Piştre jin çûn serdana MEBYA-DER'ê. Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver û rêveberên MEBYA-DER'ê ew pêşwazî kirin. Oznurê di serdana MEBYA-DER'ê de jî bal kişand ser zagona înfazê û got tê xwestin bi zextan jin ji siyasetê bên dûrxistin û em mecbûr dimînin ku kesên bi zagona înfazê re derketine bijîn.   'Divê em li gel hemû dayin bin'   Oznurê di heman demê de bal kişand ser êrîşên li ser cenazeyan û wiha dewam kir:"Dilê jinekê çiqas şewitî be bi van êrîşan bêtir dişewite. Em ê li her qadê bînin ziman ku em êrîşên li dijî cenazeyan qebûl nakin û em ê li dijî vêya têbikoşin. Divê em li gel hemû dayin bin."    'Piştevanî dide jiyîn'   Her wiha HDP bi jinên Bajaroka Xoşxeber a Îdirê re hatin gel hevdu. Li vir jinan bal kişandin ser zagona înfazê, tundiya li ser jinê û kuştinên jinê. Jinan gotin piştevanî dide jiyîn. Jin di heman demê de çûn serdana Hevseroka Bajaroka Xoşxeber a bi navê Oya Malgazî.