Yara Beydoun di pêşbirka wergerê de yekem hat hilbijartin 2020-06-23 12:08:06       NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Lubnanî, Yara Beydoun di pêşbirka wergerê ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî de hatibû çêkirin, bi pîleya yekemîn a cîhanî  bi ser ket.     Yara Beydoun di pêşbirka wergerê ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî ku her sal bi 6 zimanan, tevî zimanê Rûsî jî tê çêkirin, bi ser ket. Her wiha ev 15 car in ku Lubnan tevî vê pêşbirkê dibe, lê cara yekem e ku bi ser dikeve. Tê zanîn ku sala borî jî Yara tevlî vê pêşbirkê bûbû, lê bi ser neket.   Têkildarî pêşbirkê de Yara wiha got:"Divê wergervan serkeftî be, bi xwe bawer û di hemû zimanan de zanist be."    Ji bo kesên di pêşbirkê bi ser ketine wê li bajarê Fînayê yê ku cihê Neteweyên Yekbûyî ye şahî bihata lidarxistin, lê ji ber Vîrusa Koronayê hat betalkirin û li şûna şahiyê ji hêla ESCWA'yê ve li ser Medyaya Civakî hemleyek berfireh hat çêkirin.