Hevşaredar hatin binçavkirin, şaredarî hat dorpêçkirin 2020-06-23 11:45:29   XARPÊT - Di encama serdegirtina malan de Hevşaredarên Bajaroka Sarûcanê yên HDP’î Bekîr Polat û Canan Tagtekîn hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku li avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin û dê qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin.    Hevşaredarên Bajaroka Sarûcanê ya navçeya Depê ya Xarpêtê yên HDP’î Bekîr Polat û Canan Tagtekîn û rêveberê HDP’ê Mehmet Sari, di çarçoveya lêpirsînekê de ji aliyê leşkeran ve di saetên serê sibehê de, di encama  biserdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina hevşaredaran avahiya şaredariyê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin û hat diyarkirin ku dê qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin.    Hat hînbûn ku hevşaredar li qereqola cendirmeyan tên girtin.