'Li dijî kiryarên qirêj divê edalet pêk were û dagirkerî têk biçe' 2020-06-23 09:04:12   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî, têkildarî kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên di encama êrîşan de kir bin kontrola xwe wiha got:"Li cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin her roj jin bi tecawiz, qetilkirin, revandin, îşkenceyê rû bi rû tên hiştin. Li dora hezar û 140 jin bi kiryarên ne baş ên dewleta tirk û komên girêdayî wê rû bi rû hatine hiştin. Li dijî kiryarên qirêj divê edalet pêk were û dagirkerî têk biçe."   Li herêmên ku di encama êrîşan de ji aliyê dewleta tirk ve hat kontrolkirin gelek binpêkirinên mafan diqewimin. Bi taybet jî li dijî jinan êrîşên cur be cur tên kirin. Bêdengiya cîhanê ya li dijî kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê jî balê dikşîne. Têkildarî mijarê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî, nêrînên xwe bi me re parve kir. Nesrînê diyar kir ku dewleta tirk dixwaza di şexsê jinê de darbeyan li Gelê Kurd bixîne û got:"Li herêmên dagirkirî êrîşên li dijî jinan bi awayekî sîstematîk her ku diçe zêde dibin û didomin. Li dijî vê yekê bilindkirina dengê qada navneteweyî û yekdestiya hemû jinên cîhanê gelekî girîng e."   Weke Komeleya Mafên Mirovan kiryarên dewleta tirk ên  li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan hûn çawa dinirxînin?   Kiryarên dewleta tirk ên li hember jinan di herêmên dagirkirî de roj bi roj zêde dibin. Li Herêma Efrînê ku ji sala 2018'an ve hatiye dagirkirin, dewleta tirk û çeteyên wê bi hemû rêbazên neexlaqî û hov mirovan qetil dike û direvîne. Li gor bûyerên ku me weke Komeleya Mafên Mirovan belge kirine  50 jin bi rêbazên cuda hatine qetilkirin. Gelek jin û zarok jî di nav de bi tecawizê rû bi rû tên hiştin. Me rewşa 60 jinên bi tecawizê rû bi rû hatin hiştin kir belge. Me heta niha li dor hezar doza kirine belge. Her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî qedexeya derketina ji derve û lixwekirina çarşefên reş li jinan hatine ferzkirin. Herî zêde mijarên tecawiz û tundiya zayendî li Serêkaniyê derketine pêş.  Ev kiryar rastiya hişmendiya dewleta tirk dide diyarkirin. Dewleta tirk qaşo dibêje 'em çûne wan herêman rizgar bikin'. Lê belê kiryarên ku diqewimin nîşan dide ku dewleta tirk dagirker û talanker e. Dewleta tirk di kesayeta jinê de dixwaze derbeyan li Gelê Kurd bixe.   Hûn binpêkirina zagonên navneteweyî ya dewleta tirk çawa dinirxînin?   Di zagonên navneteweyî de qanûnên parastina mirovan ên di dema şer de hene. Di nav destên me de zagonên  lihevkirina Cinêvê, protokol û hevpeymanên aştiyê hene. Naveroka van hevpeymanan qaşo parastina mirovan a di dema şer de ye, lê di rastiyê de ev qanûn nayên bicihanîn. Dewleta tirk dagirkeriya xwe rewa dibîne  ji bo wê van zagonan hemû binpê dike. Pergala Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ji bingehê de guhertiye. Ziman, çand, demografî, al, navên gund û bajaran li gor xwe guhertine. Vana hemû binpêkirina zagonên navneteweyî ne.    Tevî we hemû kiryarên dewleta tirk belge kirine, çima heta niha di qada navneteweyî de hesabê van kiryaran nehatine pirsîn?    Ev kiryarên dewleta tirk hemû di destên me de bi wêne, dîmen, deng û raporan belgekirî ne. Ji ber ku siyaseta dewleta tirk dikeve xizmeta berjewendiyên hemû dewletên desthilatdar,  loma tu kes hesab jê naxweze. Berovajî  wê piştigiriyê didin Erdogan û kiryarên wî rewa dikin. Heger bi rastî jî hemû hevpeymanên cîhanî li ser dewleta tirk têkevin meriyetê, wê Erdogan û hevkarên wî di dadgehên navneteweyî de werin darizandin û cezayên giran li wan bên birîn.    Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî helwesteke çawa ji bo raporên hatine belgekirin dane?   Neteweyên Yekbûyî  ji bo kiryarên dewleta tirk ên li herêmên dagirkirî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê komîteyeke bi navê ‘Komîteya Şopandina Rastiyan’ ava kir. Em jî weke Komeleya Mafên Mirovan hemû raporên di çarçoveya dagirkeriya dewleta tirk de  yên ku me belge kirine, em dem bi dem ji bo vê komîteyê radigihînin. Heta vê kêliyê hîn jî Neteweyên Yekbûyî tu bertek nîşan nedane. Tevî vê bêdengiyê jî em ê weke Komeleya Mafên Mirovan xebata xwe berdewam bikin heta ku edalet pêk were û dagirkeriya tirkiyeyê têk biçe.