'Bêdengiya cîhanê tê wateya dayina piştgiriya ji bo dagirkeriyê' 2020-06-23 09:01:45   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Şehbayê têkildarî kiryarên derheqê gelên Sûriyeyê de yên ji aliyê hêzên ku serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê didin meşandin wiha gotin: "Ji ber şerê li Sûriyeyê diqewime gelên li Sûriyeyê bedelên giran didin. Gelên Sûriyeyê bûne qurbaniyên berjewendiyên dagirker û desthilatdaran. Li dijî vê yekê hemû cîhan divê dengê xwe bilind bike. Bêdengiya cîhanê tê wateya dayina piştgiriya ji bo dagirkeriyê."   Piştî ku aloziyên li Sûriyeyê dest pê kirin gelek hêzên navneteweyî bi hinceta 'parastina gelên Sûriyeyê' derbasî Sûriyeyê bûn. Jiyan û çarenûsa Gelên Sûriyeyê xistin bin destên xwe û serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê ferz kirin. Di nava deh salên şer de gelên Sûriyeyê bedêlên herî giran dan û bûn qurbaniya şer. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Sebah El-Nasêr û Berdevka Mala Jinê ya Kantona Şehbayê, Emel Ismaîl ji ajansa me re axivîn.    'Gel dibe qurbaniya kiryar û êrîşan'   Emel Ismaîl di destpêkê de li ser êrîşên dewleta tirk ên li Herêma Başûrê Kurdistanê wiha got: : "Em êrîşên ser  Kampa Mexmûr û hemû Herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji aliya dewleta tirk tên kirin, şermezar dikin. Bêdengiya Herêma Kurdistanê û komara Îraqê ji bo van êrîşan tê wateya rêvekirina ji dagirkeriyeke nû re. Bûyerên ku niha li Başûrê Kurdistanê tên jiyîn heman bûyer li Efrînê jî hatiye kirin û armancên wê yek e. Di hemû bajarên ku rastî  êrîşan tên çi li Sûriyeyê be yan jî li derveyî Sûriyeyê be gelek kiryar tên kirin û gel dibe qurban. Eger aliyên navneteweyî yan jî rêxistinên mafên mirovan derheqê van êrîş û kiryaran de nerazîbûna xwe nîşan bidin dewleta tirk nikare welatan dagir û talan bike. "   'Divê gelên herêmê bi yekrêziya xwe planên dijminan têk bibin'   Emelê di domandina axaftina xwe  de bal kişand ser kiryar û berjewendiyên dewletên li derve yên li ser gelên herêmê û wiha domand: "Di şerên ku têne jiyîn de armanc ne tenê Gelê Kurd e. Bi aloziya Sûriyeyê hemû gelên Sûriyeyê tên hedefgirtin. Bi êrîşan hemû gel hedef tên girtin. Divê em jî yekrêziya xwe ava bikin, da ku em bikaribin li hember êrîşkar û dagirkeran bisekinin. Rewşa ku tê jiyîn divê mirov kûr lê binêre. Dagirkeriyeke berfireh hedef tê girtin. Ne ji bo berjewendiyên gel, hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ne.  Dibe em weke gel van hevpeyman û planan bi riya yekrêziya xwe, têk bibin."   'Bêdengiya cîhanê tê wateya dayina piştgiriya ji bo dagirkeriyê'   Ji Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Sebah El-Nasêr derbarê hevpeymanên li ser Sûriyeyê tên kirin wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de her gelên Sûriyeyê berdêlên mezin didin. Êrîş û dagirkeriya ku dewleta tirk di hundir Sûriyeyê de pêk tîne bi armanca vegerandina împeratoriya Osmanî ye. Li aliyekî din daxwaz û hevpeymanên navneteweyî yên li pişt perdeyê tên kirin, bi destên dewleta tirk di hundir Sûriyeyê de pêk tê. Ev deh salin li hember qirêjiya dagirkeran gelên Sûriyeyê hewl didin xwe biparêzin. Ji ber şerê li Sûriyeyê diqewime gelên li Sûriyeyê bedelên giran didin. Gelên Sûriyeyê bûne qurbaniyên berjewendiyên dagirker û desthilatdaran. Li dijî vê yekê hemû cîhan divê dengê xwe bilind bike. Bêdengiya cîhanê tê wateya dayina piştgiriya ji bo dagirkeriyê."