‘Em naxwazin navê kujerê xwe bi xwîna xwe binivîsin’ 2020-06-22 20:44:55   AMED -  Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Têkoşîna Jinan li Her deriye” de çalekiya mikrofona azad pêk anîn. Hemû jinan mafê axaftinê girt û di dawiya çalekiyê de ji nepoxên bi rengê binefşî firandin.   Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Têkoşîna Jinan li Her deriye” de çalekiya mikrofona azad li ser xaçeriya Ofîsê pêkanî. Jinan dowîzên li ser wêneyê jinên hatine qetilkirin hilgirtin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî, Bijî Berxwedan Jinan” berz kirin. Di nava ablukaya polîsan de rêxistinên jinan yên li Amedê jî piştgirî dan çalekiyê û li qada çalakiyê kom bûn.   ‘Em dixwazin azad bijîn’   Hevseroka HDP’ê ya bajarê Amedê Hulya Alokmen Uyanik bal kişand ser qetlîama jinan û got ku ew naxwazin navê kujerê xwe bi xwîna xwe binivîsin. Hulyayê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em dixwazin azad bijîn, em naxwazin werin qetilkirin. Em ê li dijî xespkirina vîna xwe li kolanan têbikoşin. Em rêhevalên xwe yên ku di vê oxirê de bedel dane jî slav dikin. Em ê têkoşîna wan bidominin.”   ‘Emê tucar dev ji têkoşînê bernedin’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Rêzanê Seval Gulmez jî got jin tên qetilkirin û bi jinan re civakek tê qetilkirin û wiha got: “Ew mêrên ku van sucan dikin jî azad diğerin. Ev hişmendiya ku wan azad dihêle dixwaze jin û civakê tune bike. Bi salane em li hemberî vê hişmendiyê têdikoşin û xwedî li nirxên xwe derdikevin. Em ê tucar dev ji têkoşînê bernedin.”   ‘Polîtîkayên bê cezatiyê me qetil dikin’   Arîn Zumrut a ku mafê axaftinê girt jî wiha axivî: “Dixwzin tundiyê weke tişteke ji rêzê bixin jiyana me. Tundiya li hemberî jin û zarokan her ku diçe zêde dibe. Ji bo em zarokên xwe û mafê xwe biparêzin em ê têkoşîna xwe hertim bidin berdewamkirin. Polîtîkayên bê cezatiyê me qetil dikin. Divê kujer û tacîzkar serbest neyên berdan.”   Çalekî bi firandina nepoxên binfşî re bi dawî be.