3 roj in Zeyneb Celaliyan dest bi greva birçîbûnê kiriye 2020-06-22 17:12:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan 3 roj in li girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Hat diyar kirin ku Zeyneb Celaliyan ji 20’ê Hezîranê ve li Girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hate gotin ku rewşa Celaliyan a tendirustî xirabûye. Parêzer Suheyla Hicab ku diheman demê de ew jî li gel Celaliyan di girtîgehê de dimîne, bi tomarek dengî ragihand ku Zeyneb Celaliyan sê roj in dest bi greva birçîbûnê kirine.   Suheyla Hicab da zanîn rewşa tendirûstî ya Celaliyan gelek giran bûye û pêwîste di demek zû de ji girtîgehê were derxistin. Her wiha Suheyla bang li hemû alî û rêxistinên mafê mirov dike li hemberî rewşê bêdeng nemînin.    Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nêzî 13 sal in di girtîgehê de ye. Di vê demê de îşkenceya derûnî û fizîkî gelek bandorî li tenduristiya wê kiriye. Her wiha di 21’ê Gulanê de ji girtîgeh Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyê birîbûn girtîgeha Qerçek û li wir bi vîrûsê ketibû.