Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî êrîşan meşiya 2020-06-22 14:46:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên dewleta tirk ên ser Herêmên Başûrê Kurdistanê bi meşên girseyî li Şehba, Qamişlo û Helebê şermezar kir.    Dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta tirk herêmên aram yên ku taybet gel lê dijîn ji xwe re dike hedef. Têkildarî mijarê li Herêmên Rojavayê Kurdistanê Şehba, Qamişlo û Helebê gel bi girseyî daketin qadan û helwestên xwe li hember kiryarên dewleta tirk bi meşên girseyî şermezar kir.    Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê kiryarên dewleta tirk şermezar kir   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê kiryarên dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê bi meşekê şermezar kir. Di meşê de hemû endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û endamên sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatin hildan. Meş  ji qada navçeya Ehras a Kantona Şehbayê dest pê kir û li goristana pakrewanên azadiyê ya navçeyê rawestiya.    Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê endama Meclîsê Sûreye Hebeş wiha got : "Em weke Malbatên Şehîdan êrîşên dagirkeriya tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û hemû Herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Bi salên demdirêj dewleta tirk dijminatiya kurdan dike û îro jî dixwaze bi van kiryarên dijmirovahî axa Kurdistanê dagir bike. Banga min ji hemû mirovên kurd re heye ku li dijî dagirkeriyê bê deng nemînin."   Her wiha Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zekiya Îsmayil jî wiha axivî: "Kiryarên dewleta tirk ên li dijî vîna kurdan her roj zêde dibin. Hemû dewletên navneteweyî li hember dagirkeriyê bê deng in. Em ê bi îradeya Gelê Kurd hemû pilanên faşîzim û dagirkeriyê têk bibin."   Meş bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.   Malbatên Şehîdan yên Helebê êrîşên dewleta tirk şermezar kir   Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi armanca  şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê  Kurdistanê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajêr pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê, alên Meclîsa Malbata Şehîdan û pankertên bi nivîsa ”Bi rihê berxwedana malbatên şehîdan em ê faşîzma dewleta tirk têk bibin” hatin hildan. Meş ji taxa Şêx Meqsûd Xerbî dest pê kir û heta çerxereya Şehîd Destîne dewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtin  ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hat kirin.   Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê  Roşîn Mûsa axivî û wiha got:"Em êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî nirxên Gelê Kurd dike. Dijminên me dixwazin destkeftiyên me ji destên me bigirin, xaka me dagir bikin û me mecbûrî koçberiyê bikin. Em ê xwedî li nirxên zarokên xwe yên pakrewan derkevin û destkeftiyên xwe ji dagirkeran biparêzin."   Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.       Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî   êrîşên  tirkiyeyê meşiyan   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan şêniyên bajêr û endamên sazî û dezgehên civakî beşdar bûn. Meş ji taxa Mûnîr Hebîb dest pê kir û li pêşiya navenda neteweyên yekbûyî ya taxa siyahî veguherî mîtîngê. Di meşê de alên Meclîsa Malbatên Şehîdên, Kongreya Star, wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa “Em ê li hemberî hevpeymanên ku rûmet û nasnamaya me dike armanc, li ber xwe bidin” hatin hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hat kirin.     Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê, Elî Mihemed kiryarên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Ji bo vê axa pîroz me gelek berdêlên giranbuha dane. Welatê me yê mîna buhiştê hêja ye ku em xwîna zarokên xwe ji bo wê birjînin, ji xwe ji bo wê dibe armanca êrîş û dagirkeran. Em weke Gelê Kurd her tim li hember dagirkeriyê têkoşîn dikin, da ku civaka me aram bijî.  Em ê xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin û dagirkeran li ser axa xwe bi dawî bikin."   Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.