Li Kobanê li dijî êrîşan mîtîngek hat lidarxistin 2020-06-22 13:40:18   KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser başûrê Kurdisanê mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de Rewşen Haçim axivî û got: "Em baş dizanin armaca dewleta tirk ji van êrîşan çiye. Lê berxwedan û têkoşîna gelê başûr li hemberî van êrîşan xurtire."   Şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser başûrê Kurdistanê bi dirûşmeye "Em ê dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin berxwedana gelan bilind bikin" mîtîngek li Qada Şehîd Egîd Korkmaz li dar xistin. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan, welatiyên ku di êrîşa Şêladizê jiyana xwe ji dest dane, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Suriyê, Tevgera Ciwanên Şiyoî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û pankartên bi nivîsa "Em wek gelê Kobanê êrîşên dewleta tirk a li ser Qendîl, Mexmûr û Şengal şermezar dikin", "Gefên Erdogan ji nû ve jiyankirina DAIŞ´ê û avakirina Osmanliyeke nû ye" , "Bijî berxwedan û serhildana gelê me yê Şêladizê" û "Êrîşa dewleta tirk a li ser Heftanîn, Qendîl û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin" hatin vekirin.    Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Rewşen Haçim axivî û êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Ev demeke dewleta tirk êrîşên hovane li ser herêmên Qendîl, Şengal, Heftanîn û Mexmûrê bê nevber dide meşandin, lê em baş dizanin armaca dewleta tirk ji van êrîşan çiye. Lê berxwedan û têkoşîna gelê başûr li dijî van êrîşan xurtire. Her wiha bi sedan salane dewleta tirk û hevkarên wî dixwezin Gelê Kurd ji kokê de qir bikin. Di van demê hesas de pêwîstiya Gelê Kurd bi yek rêziya kurdî heye da ku em faşîzma AKP- MHP'ê têk bibin."   Her wiha li ser navê Meclîsa Kantona Kobanê jî Mistefa Êto axivî û wiha bi lêv kir: "Em êrîşên dagirkeriyê li ser gelê me yê Mexmûr, Şengal, Heftanîn û Qendîlê şermezar dikin, ev ne cara yekemîne êrîşên wiha tên kirin. Dewleta tirk dixwaze împaratoriya osmaniyan nûjen bike û gelê Şengalê qirbike, lê vîna gelê Şengalê ji êrîşan faşîzmê xurtire. Ji ber ku di sala 2014 'an de Şengalî ji ber êrîşên DAIŞ'ê koçber bû ev jî bi destê dewleta tirk bû lê vê carê wê gel nehêlê êrîşên dewleta tirk bi ser kevin."   Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê başûrê Kurdistanê" bi dawî bû.