'Bila Neteweyên Yekbûyî erka xwe bîne cih' 2020-06-22 10:20:17   MEXMÛR - Jinên li Mexmûrê derbarê êrîşên ku pêk hatî de nameyak ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şand û gotin: "Mexmûr bi qasî 26 sal in dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne. Divê li hemberî êrîşan bêdeng nebe. Li dijî êrîşan divê erka xwe bîne cih."    Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di nameya ku ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî re şandibûn de, bê dengiya Neteweyên Yekbûyî rexne kirin.    Jinan di nameya xwe de wiha gotin: "Hûn jî dizanin em penaberê wargeha Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr), civakeke ku bi qasî 26 sal in dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî de jiyana xwe berdewam dikin. Ev gelê ku niha li wargeha Mexmûrê dimîne civakek ku ji ber êrîşên dewleta Tirka faşîst ji cih û warên xwe penaber bûne  û ev 26 sal in ji bo jiyan bikin li ber xwe didin. Di vê pêvajoya penaberiya de em gelek zehmetiyan rûbirû man. Bêguman bedelên ku di vê pêvajoya penaberiyê de hatîn dayîn di asta herî jor de ji aliyê jin û zarokan ve hatine dayîn.    Bi salane em tên qetilkirin, bi birçîbûn û bê derfetiya jiyanê re rûbirû tên. Mafên me yên jiyanê ji destê me tên girtin. Lê weke kû ev bê mafî, zilm û zor li ser me tuneye aliyên peywendîdar ker, kor û lal in. Bi taybet jî hêzên Neteweyên Yekbûyî yê ku ev 26 sal in em di bin siwana wan ya parastinê de dijîn. Bi tu awayî mafên me nayên parastin. Heta jiyana me ya fizîkî jî nayê parastin. Nimuneyên vê yekê ev 5 carin balafirên arteşa dewleta Tirk sînorên dewleta Îraqê derbas dike û tê me qetil dike. Herî dawiyê di roja 14’ê Heziran 2020’an de bi dehan firokeyên dewleta tirk bombe li ser me barandin. Ji xwe ji sala 2014’an heya roja meya îro bi dehana caran êrîşê li Mexmûrê kirin û bi dehan kes jiyana xwe ji destdan û birîndar bûn.   Heya niha di encama bombabaranan de 11 şêniyên di wargeha panaberan ya Mexmûrê ku di bin sîwana parastian NY’î de ne jiyana xwe ji destdane û bi dehan jî birîndarbûne. Wek hûn jî dizanin li gor peymanên nevneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbuyî, pêwiste ewlekariya meya fîzîkî û jiyanî ji aliyê Neteweyên Yekbuyî ve bê girtin û parastin. Lê belê ruxmê van peymanan jî em ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin û berteka pêwîst ji aliyê hêzên berpirsyar ve nayê raberkirin.     Ev qasî 11 meh in em wek civaka wargehê bi ambargoyek ya mirovî re rû bi rû ne û me gelek bedelên giran dan. Ji  ber ambargoya ku li ser civaka me tê meşandin, çend dayîkên me yên du canî zarokên xwe ji dest dane bune sedema mirina zarokên hîna nehatine ser ruyê cîhanê. Ji ber ku wan dayikan nekarîn xwe bigihînin nexweşxaneyekê zarokên xwe winda kirin. Bi sedan nexweşên me yên kironîk wek tansiyon, nexweşên şekir, dil, gurçik û astimê, ji ber ku ev kes nikarin xwe bigihinin bijîşkên xwe û bi awayekî rêk û pêk kontrolên xwe nakin. Niha ev nexweşên me di astek metirsîdar ya jiyanî de jiyan dikin. Di heman demê de civaka wargehê di aliyê jiyana rojane ya xwarin û vexwarinê de, di astek herî giran û dijwar de dijîn. Bi hezaran kesên me yên ku jiyana xwe li ser karkeriyê didan meşandin niha jî ji kar hatine derxistin û jiyana wan ya xwarin û vexwarinê di metirsiyê de ye. Di heman demê de bi belavbuna nexweşiya Covît 19 ya ku bûye bela serê cihanê, em weke wargeh ji hemû pêwîstiyên parastinê bê maf mane. Ji ber vê yekê em bi metirsiya nexweşiyê re rû bi rû ne.    Li ser bingehê van binpêkirinên mafên mirovan yên ku li ser civaka me tên meşandin em weke jinên wargehê banga xwe digihinin we Birêz Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî, ji bo parastina me ya malî, ewlehî û canî ji aliyê we ve bê misogerkirin.  Ji ber wek hûn jî dizanin civaka wargehê ji sedî 75’ê xwe jin û zarok in, dabinkirin, parastin û pêkanîna hemû pêwîstiyên jiyanê dikeve ser milê jinan.   Ji ber vê em carekdin bang li we parêzvanên mafên mirovan dikin ku hûn parastina mafên me bikin. Ji ber ku em penaberê wargeha Mexmûr dibin sîwan û parastina Neteweyên Yekbuyî dene. Hêvî û daxwaza me ji we ewe ku di derbarê parastina mafên meyên jiyanê de neteweyên yekbuyî li gor erka xwe rabe û parastina me ya di nava wargeha Mexmûrê ya ku li ser xaka Iraqê ye pêk bîne.”