Hatîce Taş a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û 7 kes hatin binçavkirin 2020-06-22 10:19:16   ÊLIH - Vê serê sibehê di encama serdegirtina malan de Hevşaredara Bajaroka Awiskê Hatîce Taş û 7 kesên din hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hatiye destpêkirin, li navenda Êlihê cendirme û tîmên taybet bi ser mala Hevseroka Şaredariya Bajaroka Awîskê ya girêdayî Qûbînê Hatîce Taş a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin de girtin. Tîmên taybet deriyê malê şikandin û ketin malê. Cendirmeyan li malê lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê cendirmeyan Hevşaredar Taş binçav kir.    Li gel Taş endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarên şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz, Bayram Ozalp û kesek navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Fermendariya Cendirmeyan a Êlihê.     Di çarçoveya operasyonê de cendirmeyan bi ser mala Hevşaredarê Awîskê Osman Karabûlût de jî girt. Lê ji ber ku  Osman  ne li malê bû nehat binçavkirin.    Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de derbarê 25 kesan de biryara girtinê hatiye derxistin.     Hevjînê Hatîce, Fersende Taş ragihand ku cendirme û tîmên taybet bê ser û ber bi ser mala wan de girtine û deriyê wan şikandine û mala wan serûbin kirine. Fersende anî ziman ku tîmên taybet îşkence li wî û zarokên wî li erdê dirêj kirine û qûndaxê çekan xistiye serê wan. Fersende da zanîn ku cendirmeyan îşkence li wan kiriye û zarokên wî gelek tirsiyane. Fersende got cendirmeyan telefona wî desteser kiriye û wêne û dîmenên kişandiye jê birine.    Tê gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.