‘Ez ligel zaroka xwe me, hûn jî ligel min bin’ 2020-06-22 09:06:02       Hîkmet Tunç   AGIRÎ - S.B ya ku keça wê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet E. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû man, diyar kir ku civak ne gumanbar, wan didarizînin û qebûl nakin û got: “Keça min hîn 6 saliye. Ez ligel zaroka xwe me. Hûn jî ligel min bin.”   Li navçeya Bazid a Agiriyê mêrê bi navê Mehmet E. di 21’ê Nîsanê de ji bo karê tadîlatê çibû malekê û li wir li hember zarokê îstîsmar pêk anîbû. Dayik S.B êrîşa zayendî ferq dike û li ser vê Mehmet E. ji malê digre. Li ser gilîkirinê Mehmet E. 5 roj şûnde hat binçavkirin. Gumanbar ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ hat girtin. Gumanbarê li girtîgeha Bazidê li koxuşê tenê dima, di 30’ê Nîsanê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Dayika zarokê S.B jî piştî êrîşa zayendî tiştê ku hati jiyin vegot.   ‘Civak me didarizîne’   S.B da zanîn ku piştî êrîşa zayendî civakê ne mêrê sûcdar ew darizandine û got: “Cîran me qebûl nakin. Ji ber vê em nikarin derkevin derve. Mala min veguheriye girtîgehê. Hinek cîranan diyalog bi me re birîn. Hinek jî şîdeta psîkolojîk pêk tînin. Bûyer ji xwe ji ber çavên min naçe. Em dixwazin demildest ji vir derkevin. Sibê wê keça min nikaribe biçe dibistanê jî.”   S.B daxuyakirin ku hevjînê wê ji ber astengdariya xwe nikare bixebite û got: “Ji ber aboriyê em nikarin biçin cihekî din jî. Ez her tim ligel keça xwe me. Belkî ew ne sûcê ewil yê wî kesî bû belkî jî wê ne sûcê dawî bûna. Min gilî kir û tola hemûyan girt. Belkî wê zarokên din jî îstîsmar bikira. Ez li dijî vê rabûm.”   S.B di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî îdiaya întîxarê ya gumanbar şûnde di hinek weşanên çapemeniyê de nûçeyên ku gumanbar dihat parastin hatiye weşandin û got: “Keça min hîna zarokek 6 saliye. Ez ligel keça xwe me. Hûn jî ligel min bin.”