'Bi yekîtiyê dê serkeftin misoger bibe' 2020-06-22 09:01:21   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Meclisa bajarê Hesekê Firyal Ehmed teqez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê komployek navneteweyî ye û got: "Pêwiste em yekîtiya xwe li hember van kiryaran pêk bînin."   Dewleta tirk di 15’ê Hizêranê de bi balafirên şer êrîşî Şengal, Mexmûr û herêmên parastinê yên medyayê kir. Têkîldarî vê mijarê Endama Meclisa Bajarê Hesekê Firyal Ehmed ji ajnasa me re nirxandin kir.   ‘Dewleta tirk komkujiya 2014’an dubare dike'   Firyal destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk êrîşên DAIŞ’ê ên 2014’an tîne bîra mirov û wiha domand: "Dewleta tirk hewil dide hebûna şêniyên Şengalê tune bike, tevî ku şêniyên Şengalê hîna ji ber êrîşên hevalbendên wî DAIŞ’ê êşê dikşînin. Dewleta tirk kurdên êzidî dike hedef ji ber ku dizane êzidî parçeyek  ji Gelê Kurd ên resen in. Şêniyên Şengalê li hember êrîşên DAIŞ’ê carek din xwe birêxistin kirin û hêza xwe ya parastinê YJŞ’ê dan avakirin. di heman demê de Şengalî bi ax û zimanê xwe girêdayî ne. Lewra dewleta tirk bi hemû rêbazên qirkirinê êrîşî wan dike."   'Dewleta tirk sûcê şer ê li dijî mirovahiyê pêk anî'   Firyalê diyar kir ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de sûcê şer ê li dijî mirovahiyê pêk anî û wiha pê de çû: "Di êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de dewleta tirk sûcê şer ê li dijî mirovahiyê pêk tîne. Dewleta tirk bi zanebûn kurd kirin hedef ku wan ji ser axa wan bide koçkirin. Xwest ku kurd ji axa xwe dûr bikevin û armanca xwe ya guhertina demografîk pêk bîne. Îro êrîşên li ser başûrê Kurdistanê berdewama komploya dagirkirina herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ne."   'Bi xurtkirina yekîtiyê dê ev kiryar têk biçin'   Firyalê herî dawî bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe yên li dijî herêmên Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre. Armanca sereke ji van êrîşan hejandina ewlehiya herêmê û têkbirina vîna gelên resen ên herêmê ye. Polîtîkayên qirkirina Gelê Kurd û tevahî gelên herêmê dewam dike, Gelê kurd li tevahî cihanê ji aliyê hêzên desthildar ve tê hedefgirtin. Li hember van kiryaran yekîtî pêwist e. Bi xurtkirina yekîtiyê dê ev kiryar têk biçin û serkeftin misoger bibe."