ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2020'Î 2020-06-22 09:00:00   *Endama Pêşxistina Lijneya  Pêşxisitna Çandiniya Civakî ya Herêma Firatê Pêrgîn Îbrahîm, derbarê kar û xebatên embarên genim de axivî û wiha got: “Cara yekeme li Herêma Firatê jin di embarên genim de kar dikin, pêwist e jin xwedî li ked û vîna xwe derkevin.” DÎMEN HEYE   *Endama Meclisa bajarê Hesekê Firyal Ehmed teqez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê komployek navneteweyî ye û got: "Pêwiste em yekîtiya xwe li hember van kiryaran pêk bînin." DÎMEN HEYE   * Civaka êzîdî bi berhemên  xwezayi debara jiyana xwe dike û bi dermanên xwezayî tedawîya xwe dike. Şêniyên Şengalê ku bi fermanan re rûbûrû mane dîsa vegeriyan ser axa xwe ya pîroz û pêdiviya xwe dermanan jî ji berhemên xwezayê bi hev re peyda dikin. DÎMEN HEYE   *Li Wanê di çarçoveya kampanyaya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’, wê li taxan bi jinan re bên cem hev, derbarê mijarên şîdeta dewlet-mêr, êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan, sererastkirina înfazê û tayînkirina qeyûman de nîqaş bên kirin. BI DÎMEN    *S.B ya ku keça wê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet E. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû man, diyar kir ku civak ne gumanbar, wan didarizînin û qebûl nakin û got: “Keça min hîn 6 saliye. Ez ligel zaroka xwe me. Hûn jî ligel min bin.” BI DÎMEN    *Koma Şitlên Azadî ya ji aliyê muzîsyenên jin ve hatiye avakirin, ji bo strana ‘Hoy Mazî’ klîb kişandin. Endamên komê gotin ew dixwazin zêdetir mezin bibin û xwe bigihînin gelek jinan. BI DÎMEN   *Aktîvîst Sara Aktaş diyar kir ku tevgera jinan a kurd di roja îro de tevî hemû êrîşan bi xwedî hêzeke mezin ya bi mîlsyonan jinî li qadan kom bike ye, bi desthilatdariyê şûnde gavê bavê avêtinê ye.