'Jinên siyasetmedar dikarin ji merhaleya heyî re bibin bersîv' 2020-06-21 16:33:13   QAMIŞLO - Atolya xebatê ya ku ji aliyê Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk ve hat lidarxistin bi nîqaşên girîng bi dawî bû.  .  Atolya xebatê ya ku ji aliyê Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk ve hat lidarxistin bi niqaşên girîng bi dawî bû. Atolye  li Desteya Jinê bi beşdarbûna hemû jinên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe  yên Partiya Roj, Partiya Sûriya Pêşerojê,  Heyeta Wetenî ya Erebî, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê, Partiya Wefaq a demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk pêk hat.    Di atolyeyê de li ser rola jinê û girîngiya wê di siyasetê de niqaşên girîng hatin kirin. Hat aşkerakirin ku Jin di qada siyasetê de dikarê bibe bersîv ji bo hemû pilanên ku vîna jinan hedef digire û ev tişt hat gotin: "Jin xwedî rolên pêşengin di parastina civak, nirx û mirovan de. ji bo wê ger mirov kesayeta jinê tehlîl bike mirov dikare bêje ku jin jî dikare rewşa heyî bide guhertin û hêza wê derxîne pêş. Her çiqas ku li dijî jinan planên qirêj bên kirin jî wê têkoşîna jin bikarîbe bibe bersîv ji bo van pilanan."   Atoleye piştî niqaşan bi dawî bû.