'Li dijî qetilkirina jinan çalakiya resmandinê' 2020-06-21 15:23:17   AMED - Aktîvîstên TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê  li qada Deriyê Çiyê çalakiya resmandinê pêk anîn  û dirûşma "Em kujeran nas dikin" nivisandin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinên Ciwan li navçeya Sûrê ya Amedê, li qada Deriyê Çiyê resmandinê pêk anîn. Jinên ku bi boyaxa sor gelek cih resimandin, li qadê nivîsa "Em kujeran nas dikin" nivisandin. Piştî çalakiyê dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Kuştina jinan polîtîk e" hatin berzkirin.