Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk atolya siyasetê li dar xist 2020-06-21 14:03:08   QAMIŞLO - Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk bi armanca danasîna jinê di qada siyasetê de û beşdarbûna wê di nava pêşketinên siyasî de, ji bo jinan atoleyek li dar xist.    Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk,  bi armanca danasîna jinê di qada siyasetê de, beşdarbûna wê di nava pêşketinên siyasî de û zehmetiyên ku jin ji bo tevli xebatên siyasî bibe dikişîne de atolyeke xebatê li Desteya Jinê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.  Di nava rûniştinê de hemû jinên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe  yên Partiya Roj, Partiya Sûriya Pêşerojê,  Heyeta Wetenî ya Erebî, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê, Partiya Wefaq a demokratîk û Partiya Yekîtiya Demokratîk cih girtin.    Atolye wê xebata xwe di bin sernavên 4 mijarên serke de niqaş bike.  Mijara 1'emîn a atolyeyê danasîna jinê û beşdarbûna wê di qada siyasetê de ye, ya  2'yemîn asta ku jin di nava siyasetê de gihîştiye, ya 3'emîn girîngiya beşdarbûna jinê ya nava siyasetê û mijara 4'emîn jî li ser xebata ku ji bo jin di qada siyasetê de xwedî nêrîn û bi bandor be de ye.    'Di şeran de bedela herî giran jin didin'   Berî ku atolye destpêbike Endama Rêveberiya Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Canda Mihemed axivî û got: "Qurbana şer û pevçûnên ku diqewimin dîsa jin in. Di şeran de jin bi hemû cureyên tundiyê re rûbirû dimînin, bedela herî giran didin û her kes ji bo çewsiandina vîna jinan dikeve tevgerê. Ji ber vê ye ku jin dixwazin Sûriyeke demokratîk avabibe û çareseriyên siyasî mayinde bibin. Ji ber van bedelên giran ku dide divê jin jî li cihê biryar tên girtin xwedî rol be. Em jî bi xebatên xwe dixwazin jin di nava siyasetê de sekneke xurt nîşan bdin."   Di rûniştina yekemîn de xala 1'emîn a danasîn jinê û beşdarbûna wê di qada siyasetê de ji aliyê Endama Koordînasyona  Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve hat şîrovekirin.    'Beşdarbûna jinê ya qada siyasetê dozeke cîhanî ye'   Lînayê diyar kir ku beşdarbûna jinê ya nava siyasetê hevsengiya civakê dide avakirin, ji bo wê jî mirov dikarê bibêje ku jin xwedî hêzeke xurt e di warê standina biryaran de. Rola jinê di nava malbatê de dest pê dike heta ku bighêje asta pêşengtiya civakê. Siyaseta  ku jin têde xwedî biryar be helbet wê encamên erênî bi xwe re bîne.  Ji ber ku jin jî hîmeke esasî ye di avabûna civakan de.  Rola jinê di nava partiyên siyasî de dibe hîm, ji ber ku em di destpêkê de ne.  Lê em dikarin bibêjin ku di nava van salên dawîn de jin wekî di gelek wanran de bû xedî destkeftî di warê siyasetê de jî bi pêş ket. Jin li Rojhilata Navîn tenê weke cureyek  tê dîtin û ne xwedî biryar e. Dewletên ku dibêjin jin di aliyê beşdarbûna siyasî de pêşketiye rastiyê nabêjin, ji ber ku jinênê beşdarî siyasetê dibin jî teqlîda mêr dikin. Zîhniyeta mêrê desthilatdar ew e kuserweriya xwe li ser jinê bide meşandin. ji ber ku dizanin ger jin di qada siyasetê de xwedî rol be wê mêr jî derbas bike. Pirsgirêka beşdarbûna jinê di qada siyasetê de cîhanî ye, ji ber desthilatdar li gor bercewendiyên xwe jinê didin bi kar anînin, lê ger mijar bû mafê jinê hemû ji bo çewisandina vîna jinê di nava tevgerê de ne. Beşdarbûna jinê ya nava siyasetê dozeke cîhanî ye."   Atolye bi rûniştina 2'emîn berdewam e.