'Jinan li dijî kuştina jinan nepox firandin' 2020-06-21 13:12:10   AMED - Jinên TJA û HDP'yî, ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan û êrîşa  zayendî û girtina jinan çalakiya firandina nepoxan li dar xistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo balê bikişîne ser girtin û kuştina jinan û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, li ber avahiya HDP'ê ya Rezanê daxuyanî dan çapmeniyê. Daxuyaniya ku gelek jin tevlî bûn pankarta bi dirûşma "gotinên ku em ê bêjin, hêza ku em ê biguherînin heye" vekirin. Her wiha jinan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Kuştina jinan polîtîk e" jî berz kirin.   'Li hemberê êrîşan em bêdeng nemînin'   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz ve hat dayîn. Fatma diyar kir ku di demên dawî de kuştina jinan zêde bûye û got: " Em li dijî êrîşên li ser jinan û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan bêdeng namînin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em girtina jinan a ji ber fikr û ramanên xwe,  her wiha qanûna ku pêşîya zewaca zarokan vedike qebûl nakin û li dijî van pêkanînan em têkoşîna xwe geş bikin."   Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşman nepoxên di destên xwe de li dijî kuştin û girtina jinan û li dijî êrîşa zayendî ya li zarokan ber bi hewa ve firandin.