Kongreya star serdana Kampa Newroz kir 2020-06-21 10:13:48   QAMIŞLO - Kongreya Star a bajarê Dêrikê serdana Kampa Newroz kir û alîkariya malî li koçberên li kampê belav kir.    Kongreya Star a bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê serdan Kampa Newroz kir, pirsgirêkên 61 malbatên ku ji neçarî ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûne, guhdar kir û alîkariya malî li wan belav kir. Têkildarê mijarê Rêvebera Kongreya Star Fatima Hemîd ji ajansa me re  axivî.   Fatmayê diyar kir ku wan wek Kongreya Star bi alîkariya meclis û komînên bajarê Dêrikê  kampaniya komkirina fitreyan di meha Ramazanê de dabû destpêkirin û wiha berdewam kir: "Îro jî me xwest ku em hem serdana kompê bikin, pirsgirêkên koçberan guhdar bikin û bi wan re bibin alîkar. Herwiha di serdana xwe de me fitreyên ku ji gel hatibûn komkirin jî wekî alîkariyeke malî li koçberên li kampê belav kirin. 61 malbat li vê kampê bi cih bûne û  heta ji destê me bê em ê piştevaniya xwe bi wan re berdewam bikin."