‘Li wir cureyekê şîdetê heye’ 2020-06-21 09:26:25   ÎZMÎR - Parêzvana maf Selma Altan diyar kir ku bi hinceta vîrusê binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û got divê hemû kes berê xwe bidin girtîgehan, bi hestiyar bin û got li wir îşkenca cur bi cur heye.   Endama Damezerîner Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Selma Altan ji doza dihat darizandin di runiştina yekem de tahliye bû. Selma 71 saliye û nexweşa KOAH û hîpertanisyonê ye. Selma bi hinceta bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin kiriye di 11’ê Mijdara 2019’an de bi îdiaya endamatiya rêxistinê hatibû girtin. Selmayê der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehê de axivî.   *We di mijara binpêkirina mafan ya li girtîgehan de xebat dimeşand. Hun dikarin xebat û wê pêvajoyê vebêjin? Ez nifşê 68 me. Ji wan salan tecrubeya min heye. Bi gelek saziyan rexebit^m. Nifûsa girtîgehan gelek bilinde. Wek serokê Dadgeha Destura Bilind jî dibêje gelek kes ji ber darizandinên bê maf bi salan girtîgehand e dimînin. 30 sal zêde. Li cîhanê mînaka vê tune. Van tiştan rê dar ber min. Ez parêzvana mafê mirovame. Gelek malbatên girtiyan xwendin û nivîsandinê nizanin. Mafên xwe nizanin. Ji ber vê hewcedariyek wisa dertê holê. Pêkanîneke dewletê ya şaş heye. Hevalekî girtî yê li Wanê dişînin îzmîrê, an jî ji Colemêrgê dişînin Manîsayê. Ev jî di alî aborî û manewî de malbatan dide zorê.   *Hun bi çi hatin sûcdarkirin?   Ez 7 mehe bi hinceta têkiliya bi rêxistinê hatim girtim. Min ev fêm kir ku ez karekî rast dikim. Derfetên min çêbû ku hewcedariya girtiyan bi çi heye, malbat çi zor û zehmetiyan dikşînin. Wek tê gotin girtîgeh ne navendên rehabîlîtasyonê ne. Yên ceza digirin, li girtîgehan carek din ji aliyê girtîgehê ve tên cezakirin. Ez diçim hevdîtina gelek girtiyan. Ji ji ber malbat durin û heval dixwazin hevalên cuda bibînin. Ev di qanûnê de jî maf e.   * Bawerin di koxuşê de bebekek jî hebû. Rewşa bebek çawa bû?   Dema çûm 7 mehî bû. Niha 14 mehiye. Divê xwarinên taybet ji bo wî bihata dayîn. Lê nayê dayîn. Rewşa malbatê jî nebaş e. Pere bê jî ji kantînê tiştekî bê girtin tune. Bez jî zor dibînin. Bi vîrusê re pere bi riya postayê dihatin şandin. Li şûna vê Îban dan. Hevalên pereyên xwe nedigirtin hebûn. Di vê mijarê de girtî mexdur dibûn.   *We got tecrîd, tecrîd çiye, li hundir tecrîd çawa pêk tê?   Tecrîd bi derve têkilî qûtkirine. Li hundir jî bi koxuşên din re têkilî qûtkirin û tenê hiştine. Tecrîd zilm e. Li hundirê girtîgehê cezayeke cuda ya pêk tê ye. Nameyên me ya dereng tên yan jî qet nayên. Di hinek nameyan de hevok tên xêzkirin. Carna name nayên dayîn. Agahiya me jî çênabe. Di navbera koxuşan de têkilî ne mijara gotinê ye. Ev jî aliyekî din yê tecrîdê ye.   *We got hevok tên xêzkirin. Pêkanînên din yên sanurê hene gelo?   Ez ne Kurdim lê min xwest ez Kurdî fêr bibim. Hevalên din hemû Kurd bûn. Min ferheng xwest. Lê gotin ‘bi zimanekî din em weşanê nadin’. Ez çûm dadgeriya înfazê. Dozgeriya Komarê ya Bayrakli jî got ‘zimanê nayê zanîn û wergervan tune. Em nadin’. Tu weşanek Kurdî nayê dayîn. Îngîlîzî, Fransî tê dayîn lê Kurdî tune. Rojname nayên dayîn. Serî kesî 10 pirtûk dikare bê girtin. Kesê lêkolînê dikin dikarin ji îdarê pirtûkan bixwazin lê wisa ne hêsane. Min çend pirtûk xwestin lê ev jî 15 roj şûnde tên dayîn.   *Li girtîgehê şertên tenduristiyê çawane?   Tecrîdek giran heye. Beriya vîrusê em 18 kes li koxuşê diman. Ya 19’emîn jî bebeka 7 mehî bû. Ji 4 koxuşan daxistin 3 koxuşan. Koxuş gelek qerebalixin. Hewcedariya ji bo dermanan çêdibû. Ji deterjanê çêdibû. Memurê înfazê dibêje ez nikarim tiştekî bikim. Me nikaribû bi midûr re hevdîtin bikira. Ev hemû girêdayê vîrusê zêdetir bûn. Girtiyên nexweş hene. Saziyek tenduristiyê heye, li girtîgeha Şakranê ye lê em nebirin wir jî.   *Xwegîhandina rûpûş û dezenfektanê çawa bû?   Dema vîrus nû destpê kir gotin wê bê pere bê dayîn. Me ji îdarê rûpûş xwst. Lê me rûpûş 3 heb bi 10 TL girt. Mehek piştî vîrusê rûpûş dan. Ew bixwe tedbîrên xwe digirin. Lê me nikaribû dezenfektan bigirta. Hevdîtina girtî mehê carekê ye û ew jî nû destpê kir. Divê ev jî bi daxwaznamê bê ragîhandin.Hefteyê 20 deqe mafê axaftinê heye. Pirsgirêka esas hevdîtinên bi parêzeran re ye. Girtiyên runiştina wan hebe hefteyek berê dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.   *Nexweşiyên we hebûn, we jiyana xwe li wir çawa îdame kir?   Rojên ez hatim binçavkirim divê emelyet bibûma. Ez ê ji congên xwe 10 roj şûnde emelyet bibûma. Nikaribûm bimeşim. Malbatê gopal anî ji min re. Lê îdarê negirt hundir. Gotin raporê bînin. Vîrusê dest pê kir, min rapor jî nikaribû bigirta. Îdareyê dizanibû ku ez nikarim 10 deqeyan li ser piyan bisekinim.   *Hun ji girtîgehê derketin we çi hîs kir?   Derve jî ji bo min wek girtîgeheke mezin e. Mirov li derve her tiştî azad nakin. Derketim, ji ber vîrûsê sînorkirin hene. Ji ber vê jî em pirsgirêkan dijîn. Divê em xwe biparêzin.   *Ji vir şûnde hunê çi bikin?   Min tu tiştekî beyî qanûn nekir. Ger piştevanî ji holê bê rakirin wê çanda sedeqeyê dest pê bike. Ev çand jî çanda kole-efendî tîne. Ji ber vê jî ezê bi komeleyê re di piştevaniyê de bim.Divê kesên derve berê xwe bidin girtîgehan, bi hestiyar bin. Li wir mirov hene, li wir îşkenceyên cuda hene.