Di pêvajoya vîrusê ku şîdeta dewlet û mêr zêde bû, çi hat jiyîn? 2020-06-21 09:11:19   ENQERE - Di pêvajoya pandemiyê de ji 11’ê Adarê şûnde şîdeta li ser jinê jî zêde bû. Ji Koma Jinan a Hiqûqî ya Civakî Parêzer Gunçe Çetîn der barê mijarê de got: “Tirsa ‘ez ê bikevim girtîgehê’ an jî ‘bêm girtin’ jî mêr neda sekinandin. Her ku mêr piştgiriya desthilatdariyê girt şîdeta mêr jî paşverû bû.”   Piştî vîrusê li Tirkiyeyê ji 11’ê Adarê şûnde şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Tenê di 20 rojên ewil yên vîrusê de 21 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di meha Adarê de 29 jin, di Nîsanê de 34 jin, di Gulanê de jî 31 jin hatin qetikirin.   Di 20 rojan de 2 hezar û 125 jinî serî li Xeta Alîkariya Lezgîn da   Di navbera 15’ê Nîsan-5’ê Gulanê de hejmara kesên serî li Xeta Alîkariya Lezgîn a Şîdeta Nav Malê ya Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiyeyê dan.   Biryara HSK’ê   Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) di alî ‘di çarçveya qanûna hejmara 6284’an de biryarên tedbîrê yên hatine dayîn de, di çarçoveya vîrusê de ji bo tenduristî neyê tehdîdkirin hatiye dayîn’ hat dayîn.   Gumanbarên hatin berdan heman sûc kirin   Di pêvajoya vîrusê de tevî hemû îtîrazan nêzî 90 hezar girtiyên edlî hatin tehliyekirin û her çiqas bê gotin pakêt sûcên li hember jinan nahewîne jî gumanbar hatin berdan û gumanbaran dîsa heman sûc kirin.   ‘Kesî xwe negîhand Alo 183’   Di pêvajoya karantînayê de gelek jinên şîdet dîtin şûnde şandin malên wan û jinên rastî şîdetê hatin jî xwe negîhandin xeta ‘Alo 183’.   Stargeh hatin girtin   Stargehên jinan yên girêdayî şaredariyan ji ber vîrusê û kêmasiya personelan hatin rawestandin. ŞONÎM ya ku 6 navendên wê li Amedê hebûn û rêjeya wê gelek tije bû jî bi hinceta ewlehiya can tune ye serlêdanên jinan qebûl kirin lê daxwaza starbûnê qebûl nekirin.   Banga Plana Çalakiya Lezgîn   Di meha Gulanê de 91 rêxistinên jinan ji bo têkoşîna li hember şîdeta li ser jinê kampanyaya ‘Plana Çalakiya Pêşîgirtina Lezgîn’ dan destpêkirin û dewletê tecrubeya rêxistinên jinên serbixwe baldar girt û xwest plana çalakiya lezgîn bê amadekirin.   Barê malê zêde bû   Her wiha di pêvajoya pandemiyê de jî ji ber bangên li malên xwe bin, barê jinan yên li malê girantir bûn.   Parêzer Gunçe Çetîn, der barê tiştên hatine jiyîn de axivî. Gunçeyê da zanîn ku qadên girtî şîdeta li ser jinê zêde kir û wiha got: “Dema jinek rastî şîdetê tê, ewil hewl tê dayîn ku mexdûr ji gumanbar bê dûrxistin. Niha em ne xwedî vê derfetê ne. Ji ber vê jî li malan şîdet zêde bû.”   ‘Her ku berxwedana jinan zêde bû teşeyên kuştinê tûndîtir bûn’   Gunçeyê bi lêv kir ku her ku jin bertek nîşan didin, deng bilind dikin û piştevaniyê xurt dikin jî şîdeta mêr gurtir dibe û bi sîstematîkbûna zayendê re teşeyên kuştina jinan jî guheriye. Gunçeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi guherîna qanûnan re nikare pêşî li şîdetê bê girtin. Divê zîhniyet biguhere. Qanûn di vê mijarê de têr nakin.”   ‘Divê mêr bizanibin ku dewlet ne li pişta wan e’   Gunçeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wan gotinên weke ‘li şûna ez seranserê temen nefeqeyê bidim ez ê bikujim, wê dayika min li zarok binêre, ez ê jî 10 salan razêm û derkevim’ bihîstine û got: “Ev zîhniyet mixabin bi qanûnan nikare bê guherîn. Divê mêr bizanibin ku dewlet, desthilatdarî ne li pişta wan e.”   ‘Mêrên dikevin girtîgehê islah nabin’   Gunçeyê bi lêv kir ku piştî sererastkirina înfazê gumanbarê hatin berdan heman sûc kirine û wiha pê de çû: “Girtîgeh mêran islah nake. Heta girtîgeh hawirên şîdetê diafirînin. Rêxistinên jinan hemû rewşan dibîne. Beriya qanûna înfazê jî bang kir. Lê dewletê derfetên şîdetê pêk anîn. Dewlet raste rast rê li ber şîdetê veneke jî, piştî vê qanûna înfazê ji hemû bûyerên şîdetê berpirs e.”