'Êrişên tên kirin li hemberî hemû kurdan e' 2020-06-21 09:07:22   Medya Uren   AMED - Aktivîstên TJA'yê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qendîl û Herêmên Parastina Medyayê diyar kirin ku li dijî êrîşan divê Gelê Kurd bibe yek û wiha gotin:"Êrîşên li ser Mexmûr, Qendîl, Şengalê êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ne. Em vê yekê qebûl nakin û divê em li dijî êrîşan bibin yek."   Dewleta tirk li hember Şengal, Mexmûr, herêma Behdînan, Biradost û Herêma Parastina Medyayê êrişên dijwar pêk anî. Di êrişê de welatiyên sîvîl hedef hatin girtin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî êrişan berteka xwe nîşan dan û bi lêv kirin ku pêwîstiya kurdan bi rêxistibûyîneke xurt heye.   'Xaka kurdan tê bombebarankirin'   Aktivîsta TJA’yê Emîne Kaya anî ziman ku polîtîkayên tunekirinê yên li hemberî kurdan ji çar aliyê Kurdistanê ve tên meşandin û wiha dom kir:"Tirkiye li bakur bi girtin, gef û asîmîlasyonekê êrîşek taybet dide meşandin. Siyasetmedarên me tên girtin û rastî tundiya polîsan tên. Jin tên wendakirin û ciwanên me ji bo ku kurdî axivîne tên qetilkirin. Li Başûr û Rojava jî bi komkujiyan dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Bi balafiran xaka Kurdistanê bombebaran kirin. Jimareke zêde welatî ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dan. Ev feraseta îktidarê bi eşkere nîşan dide."   'Pêwîstiya me bi yekbûnê heye'   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha got: "Gelê Mexmûrê 27 sal in penaber in û bi qasî 40 salan e, rastî van êrişan tên. Demek dirêj e di nava ambargoyê de ne. Di aliyê aborî, tendirustî û xweparastinê de pirsgirêkên girîng dijîn. Ji ber vê yekê jî di serî de ew debara xwe bi lawirvaniyê dikin. Di demên dawî de 3 bêrîvan û beriya wê jî şivan bi êrişa hewayî jiyana xwe ji dest dabûn. Êdî ew rê jî li wan tên girtin. Gelê Mexmûrê, Qendîlê, Şengalê, Behdînan û Biradostê tê bombebarankirin. Ji bo astengkirina van êrişan pêwîstiya me bi yekbûn û rêxistinbûyînê heye."   'Divê em li hemberî van polîtîkayên tunekirinê serî hildin'   Aktivîsta TJA’yê Xatûn Yildiz anî ziman ku ev 40 sal in polîtîkayên tunebûnê yên li dijî Gelê Kurd didomin û wiha got"Li her deverê Kurdistanê êrişek raste rast li hemberî kurdan tê meşandin. Ev 40 sal in ev polîtîkayên tunekirinê tên meşandin û îro jî tenê weke rêbaz guherîn çêkirine. Li her deverê van êrişan didin meşandin. Li bakur bi desteserkirina vîna gel, bi girtin, îşkence û tundiyan re dixwazin me bêdeng bikin. Di meşa demokrasiyê de xwestin bi van êrişan çavên gel bitirsînin. Bi dehan  balafirên şer xaka kurdan hatin bombebarankirin. Welatiyên sivîl tên qetilkirin. Li Rojava jî dixwazin destkeftiyên me desteser bikin. Lê divê ji berxwedana bi salan bê zanîn ku kes nikare hêza me tune bike. Li hemberî van êrişan jî divê Gelê Kurd bertekek xurt nîşan bide. Ji bo em siyaseta xwe, nasnameya xwe azad bidin nîşandan, divê em li hemberî van êrişan serî hildin."   'Êrîşa tê kirin li ser hemû kurdan e'   Halîme Akyol jî berteka xwe ya li hemberî êrişên hikumeta tirkiyeyê nîşan da û wiha got: "Penaberên Mexmûrê bi salan e rastî êrişan tên. Jin û zarokên ku ji penaberiyê bandor bûne vê carê jî, ji êrişên hewayî bandor dibin. Ev êriş nefret û kîna îktidara AKP û MHP’yê nîşan dide. Li ku derê kurd bi rêxistin bibin li dijî wan radibin. Ji yekîtiya kurdan ditirsin. Ji ber vê yekê divê kurd bibin yek û li hemberî êrîşan xwe rêxistin bikin. Weke TJA'yê li dijî van êrişan em ê her tim têbikoşin û xwedî li hev derbikevin. Êş û kêfxweşiya me hemûyan yek e. Em ê teqez bi ser bikevin."