ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-21 09:00:00   *Têkildarî geşedanên dawî yên xebatên ji bo yekîtiya Gelê Kurd de jinên Hesekê bi lêv kirin ku yekîtî ji bo Gelê Kurd xaleke sereke ye û wiha gotin:"Hemû kurd daxwaza yekîtiyê dikin. Bila hemû siyasetmedar dev ji berjewendiyên xwe berdin. Serketina gelê kurd bi yekîtiyê ye. Ger yekîtiya Gelê Kurd çênebe em ê têk biçin. " DÎMEN HEYE   *Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê Gulê Cafer êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Em piştgiriya Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê dikin. Bi yek destî û rihî li dijî êrîşên dagirker û nîjadperest em ê têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE   *Di 2013’yan de li Mîdyatê jina bi navê Nurcan Fîdan (20) bi tecawiza cerdevanekî re rûbirû ma û piştî bûyerê jî întîxar li Nurcanê hatibû ferzkirin û dawî li jiyana xwe anîbû. Di ser bûyerê re 7 sal derbas bû. Dayika Nurcanê, Rifa Fîdan da zanîn ku ew 7 sal in edaletê diqîrin û got: “Keça min di gorê de ye lê yên bûn sedema vê li derve digerin. Ev ne edalete, em edaletê dixwazin. BI DÎMEN   *Bertek û nêrazîbûnên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Şêniyên li Sinûna Şengalê dijîn êrîşên pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Divê Êzidiyên ku koçberê li gelek deveran bûyî li dijî êrîşan vegerin ser axa xwe û axa xwe biparêzin."  BI DÎMEN     *Asya Mihemed a bi keda destên xwe xwarina bi navê zehterê çêdike anî ziman ku çêkirina xwarina zehterê çandeke kevn e û wiha got: "Em ji zehterê re dibêjin zehtera malê, ji ber em wê zehterê bi destên xwe çêdikin. Ev çandeke kevnar e." DÎMEN HEYE   *Aktivîstên TJA'yê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qendîl û Herêmên Parastina Medyayê diyar kirin ku li dijî êrîşan divê Gelê Kurd bibe yek û wiha gotin:"Êrîşên li ser Mexmûr, Qendîl, Şengalê êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ne. Em vê yekê qebûl nakin û divê em li dijî êrîşan bibin yek." DÎMEN HEYE   * HDP’ê di 15’ê hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ligel astengî, êrîş û dorpêçê bi navê "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" heta Enqereyê meşiyan. Li her navçe û bajaran meş bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku di vê pêvajoyê de meşeke bi vî rengî pêwistiyek bû û gotin: "Coş û govendên me yên di meşê de pêk hatin ji bo îqtîdarê bû tirs û ji bo me jî bû nîşaneya serkeftinê." BI DÎMEN    *Nafiye Bal ya ji girtîgeha Tîpa E ya Muşê ya Jinan tahliye bûn, diyar kir ku leşker bi kuçikan dikevin koxuşan û lêgerîn dikir û got bi her awayî mafên girtiyan tên binpêkirin. BI DÎMEN    *Di pêvajoya pandemiyê de ji 11’ê Adarê şûnde şîdeta li ser jinê jî zêde bû. Ji Koma Jinan a Hiqûqî ya Civakî Parêzer Gunçe Çetîn der barê mijarê de got: “Tirsa ‘ez ê bikevim girtîgehê’ an jî ‘bêm girtin’ jî mêr neda sekinandin. Her ku mêr piştgiriya desthilatdariyê girt şîdeta mêr jî paşverû bû.”   *Di rêzefîlmê bi navê ‘Bay Yanliş’ de, Can Yaman yê ku jin tacîz kiribû, lîstikvanê sereke ye û balkêşe ku tacîza kiriye hatiye jibîrkirin û wek mêrê ‘Hêja’ tê pêşkêşkirin.   *Li gorî daneyên 2019’an yên Wezareta Dadê sûcên êrîşa zayendî ya li hember zarokan di 4 salên dawî de ji sedî 50 zêde bûye. Jinan ev rêje nirxandin û diyar kirin ku desthilatdarî li şûna pêşî li êrîşa zayendî ya li dijî zarokan bigire bûye zemîn. BI DÎMEN   *Polîsê berê Ercan Uysaler ku ji aliyê qeyûm ve wek midûr hatibû tayînkirin, xebatkareke jin tacîz kiribû û fuhuş lê ferz kiribû. Di doza derbarê bûyerê de hatibû vekirin de tevî ku 11 sal û 3 meh ceza li gumanbar hatibû birîn jî nehat girtin. Bertekên li dijî mijarê didomin. Endama Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Melîke Bîsîkletîler, got divê hikûmet demildest dawî li polîtîka bêcezabûnê bîne. BI DÎMEN   *Parêzvana maf Selma Altan diyar kir ku bi hinceta vîrusê binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û got divê hemû kes berê xwe bidin girtîgehan, bi hestiyar bin û got li wir îşkenca cur bi cur heye.DÎMEN HEYE