Meclîsa Kantona Kobanê: Divê bi lez êrîş û dagirkerî were rawestandin 2020-06-20 13:28:38   KOBANÊ- Meclîsa Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û got: "Divê ku partiyên kurdî, hêzên demokratîk, hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bi awayekî lez û bi hevkariya hêzên dewletî helwestên cidî ji bo redkirina êrîş û dagirkeriyê nîşan bidin."   Li dijî topbaran û êrîşên dewleta tirk yên li ser hêrêmên Başûrê Kurdistanê Şengal, Kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Penaberan (Mexmûr) û qadên Parastina Medya, Meclîsa Kantona Kobanê bi amedebûna dehan endamên xwe li navenda xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa bajarokê Sirînê Mihmed Selmo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Di vê rewşa heyî de cîhan tevahî bi kirîza aborî ya ji ber şewba Konronayê rû bi rû ne. Di dema ku divê hemû dewlet yekîtiya xwe ya li dijî van kirîz û aloziyan ava bikin da ku bigêjin ewlehiyeke giştî, em dibînin ku dewleta tirk li hember zarokên herêma me û dewletên cîran komkujiyan çêdike da ku Gelê Kurd qir bike.    Dewleta tirk hemû zagonên navneteweyî û yên komeleyên mafên mirovan binpê kir ku herêmên bi ewle yên Başûrê Kurdistanê Heftanîn, Şengal û Mexmûr hedef girtin. Ev herêm di bin berpirsiyariya navneteweyî de ye kû bi riya balafirên şer, top û tankên herî pêşketî êrîş tê kirin û sîvîl hedef tên girtin.    Li şûna ku ev dewleta cîran piştgiriyê bide em dibînin ku bi zanebûn gelên herêmê yên ku li dijî terorîstên herî bi hêz Çeteyên DAIŞ`ê  şer kirin, zarokên xwe ji bo parastina cîhanê û parastina rûmet û hebûna xwe kirin feda,  koçber û perîşan dike. Dewleta tirk bi riya dagirkirina beşek ji Sûriyeyê Cereblûs, Bab, Ezaz, Efrîn, Idlib, Serêkanî, Girê Spî, her wiha Lîbya, Yemen û pişt re ne diyar e kîjan dewlet dixwaze van herêman vegerîne serdema dagirkeriya Osmaniyan. Piştî van hemû fedekarî û qurbaniyên ku gelê me daye, em  bêdengiyeke navneteweyî dibînin. Gel tê qetilkirin, koçberkirin, tecawizkirin, zarok bi zorê dikin leşker lê tevî van kiryaran bêdengiyeke cîhanî serdest e.   Em êrîşên dewleta tirk ya dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê  şermezar dikin. Her wiha em ji civaka navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl daxwaza rawestandina êrîşên hov yên dagirkeriya Tirkiyeyê dikin. Em ji Partiyên Kurdî û hêzên demokratîk bi taybet daxwaza avakirina yekrêziya xwe dikin da ku em li dijî cînayetên ku di derheqê gelê me de pêk tên bisekinin. Her wiha divê ku hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bi awayekî lez û bi hevkariya hêzên dewletî helwestên cidî ji bo redkirina êrîş û dagirkeriyê nîşan bidin."