Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Ji derveyî yekitiyê tu şansekî din nîne 2020-06-20 12:24:56   MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi daxuyaniyekê nivîski bal kişand ser êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û gotin: "Divê ji bîr nekin, ji bo dijmin Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ferq nake, ji ber vê yekê divê baş bê zanîn ku ji derveyî yekitiyê tu şansekî din yê me nîne."   Bertekên li hemberî êrîşên li dijî Herêm Federal a Kurdistanê didimin. Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) derbarê êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyekê nivîskî hat dayîn.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Kurd ji kurdan re dibêjin ji Kurdistanê derkevin, heya dawî jî derî ji dagirkeran re vedikin. Bûyereke bi êş, sosret û dil diguvêşe ye. Konsepta qirkirina Gelê Kurd bi hemû lez û hêza xwe di meriyetê de ye. Ji avabuna komara Tirkiyeyê heta roja me ya îro, ev dewlet di Rojhilata Navîn de hemû plansazî, polîtîka û îtîfaqên xwe li ser qirkirina kurdan û bi temamî dagirkirina Kurdistanê dide pêkanîn.    Dixwazin kurdan ji holê rakin   Bi fermana hêzên hegomon 4 dewletên dagirkerên Kurdistanê ji bo li dijî kurdan bi 24 saetan li ser tunekirina kurdan dixebitin. Armanca sereke pêşî lêgirtina yekitiya Gelê Kurd e.  Ji bo dijminê dagirker tevayî Kurdistana bakur, başûr, rojhilat û rojava ferqnake, bi rêzê ve hemû di devê topên wan de ne. Lê mixabin ev yek ji aliyê hêzên siyasî yên Kurdistanê ve nayê dîtin an jî bi wî awayî dikeve ber berjewendiyê wan ku di pejirînin. Piştgiriyê didin van kiryarên hovane û dagirkirinê.    Axa Kurdistanê talan dikin   Îro xaka Kurdistanê bost bi bost tê bombabarankirin, bi taybet li başûrê Kurdistanê herêmên, Şêlediz, Çemçema, Amediyê, Bradost, Çoman, Şengel û Wargeha Penaberan Mexmûr tên bombabarankirin û hemwelatiyên Kurdistanê tên qetilkirin. Em Kurd li ser xaka xwe li ber deriyê mala xwe tên qetilkirin, li aliyekê dagirkerên Kurdistanê, li aliyekê bêdengiya herêma Kurdistanê dibe sedema talankirina xak û xwezaya Kurdistanê dibe sedema komkujiyên li ser Kurdan pêktên.   Çima rê didin dagirkeriyê?   Di 19'ê Hezîrana 2020'an de ango berî rojekê xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên arteşa tirk ve hat bombabarankirin, di encama van êrîşande 5 hemwelatiyên gundê Şêledizê hatin qetilkirin. Gel li beramberî êrîşan bi hêrse dadikeve qadan li şehîdên xwe xwedî derdikeve, lê mixabin di wan kêliyan de jî berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê derdikevin û dibêjin 'Bila PKK ji Kurdistanê derbikevin ku ev êrîş pêkneyên'. PKK, kurd in û li ser xaka xwe ne. Lê belê çi karê dewleta tirk li ser xaka Kurdistanê heye?  Kurdistana ku bi xwîna hezaran şehîdan hatî rizgarkirin îro li ber çavê we tê bombabarankirin talankirin û dagirkirin hûn çima rê didin vê dagirkeriyê an hûn jî şirîkin?    Divê lîstokan ferk bikin   Mafê tu partî, rêxistin û berpirsyaran nîne ku Kurdistana ku xaka Kurdane pêkêşî hêzên dagirker bike wê ev gel viya ne pejirîne. Em weke Gelê Kurd, dayikên kurd rê nadin ku dijmin pêl xwîna zarokên me bike, bê di derê mala me de me qetilbike. Îro li Kurdistanê şerê rûmetê, şerê azadiya Kurdistanê tê meşandin, di dîrokê de tu caran em Gelê Kurd evqasî nêzîkî serkeftinê nebûne, lewra dijminê me evqasî dijwar êrîşî ser me û xaka me dike. Dijmin jî dizane em çiqasî bi biryarin û nêzîkî serkeftinê ne. Jiber vê yekê pêwîste em weke Gelê Kurd jî di feraqa vê firseta dîrokî de bin, di ferqa vê lîstoka dijmin de bin.   Li dijî dagirkeriyê yekitî   Ji ber vê yekê werin em bibin yek û vê lîstoka sed salan ya dijmin, vale derxin. Em ji bîr nekin ji bo dijmin li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ferq nake, hemû bi rêzê ve di devê topa wan dene, kengê firset dît wê êrîş bike. Mînaka referandoma xweseriya başûrê Kurdistanê li ber çavane. Pêwîste Gelê Kurd bi tevahî û partiyên kurd vî tiştî baş bizanin li hemberî dagirkerên Kurdistanê ji derveyî yekitiyê tu şansekî din yê me nîne. Ango jehrbira (panzeher) çareseriyê di destê kurda de ye û bi Yekitiya Neteweyî pêk bê.    Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin hûn ji parastina xaka Kurdistanê Gelê Kurd, ewlehiya her ferdekî li ser vê axê dijî berpirsin, li erka xwe xwedî derbikevin li beramberî van êrîşan sekna xwe diyarbikin. Em bang li Gelê Başûrê û hemû kurdan dikin, Kurd yekin, duh Rojava, îro Başûr sibe jî Rojhilat û Bakure ji bo dijmin Kurd hemû wekhevin. Ji bo şkandina vê pêngava dagirkeriya Başurê Kurdistanê werin em bibin xelekekî parastinê.    Dê xeyalên şehîdan pêk bê   Em bang li hemû aliyên demokrat, sazî û dezgahên mafê mirovan, dostên Gelê Kurd û hemû aliyên xwedî wijdan ji bo şkandina vê hemleya dagirkeriyê bibin dengê Gelê Kurd û pêşî li komkujiyên mezin bigrin.   Em weke Mexmûrî û bi taybetî jî jinên li wargehê dijîn êrîşên pêk tên şermezar dikin, li hemberî van êrîşan em ê heta dawiyê bi Gelê xwe re bin. Her zarokekî li Kurdistanê dikeve singa axê ruheme dişewite û hêrsa me ya berxwedanê mezintir dike. Liser vî bingehî  em êşa malbatên şehîdan parvedikin, ji malbatan û hemû Gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û dibêjin wê xeyalên şehîdên me ya Kurdistanek azad pêkwere.”