HDP: Penaber bi êrîşên nijadperestiyê re rûbirû dimînin 2020-06-20 11:13:54   ENQERE - Bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê, Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Neafirandina çareseriyên mayinde û têrker ji bo penaberan dibe sedem ku cihêkarî û nijadperestî zêde bibe."   Bi boneya 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê, Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi îmzeya Hevberdevka Komîsyonê Gulsum Agaoglû hat weşandin.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di sala 2020'an de li tevahiya cîhanê bi milyonan penaber li dûrî mala xwe di pêvajoya şewbê de bi tenê hatine hiştin û di nava pirsgirêkên mezin de dijîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li cîhanê nijadperestî, neteweperestî, sûcên nefretê zêde bûne, êrişên şexsî zêde bûne û ji bo vê jî polîtîkaya li DYE'yê ya li dijî reşikan weke mînak hate nîşandan.   Di daxuyaniyê de pirsgirêkên penaberan ên stargeh, ewlekarî, tenduristî, xwedîkirin, kar, perwerde û dervehiştina li nava civakê yên penaberên ên li Tirkiyeyê hat nirxandin û wiha hat gotin: "Neafirandina çareseriyên mayinde û têrker ji bo penaberan dibe sedem ku cihêkarî û nijadperestî zêde bibe. Penaberên Sûriyeyî li gelek deveran dibin hedefa êrişên nijadperestiyê ku di encamê de jiyana xwe ji dest didin."