'Li girtîgeha Rihayê av tune ye!' 2020-06-20 10:57:08   AMED - Girtiya bi navê Asuman Yaman bi rêya malbata xwe bal kişand ser pirsgirêkên Girtîgeha Rihayê û got: "Hefteyeke av nayê dayîn û her wiha ava vexwerinê jî nayê dayîn. Em bang raya giştî dikin û derbarê mijarê de hestiyar bin."   Li girtîgehan pêkutiyên li hemberî girtiyan didomin. Yek jî wan girtîgehan, Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a hejmar 2'ye. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Asuman Yaman di 2016’an vir ve girtiye. Bi rêya malbata xwe bal kişand ser pêkutiyên girtîgehê.    Asûman bi rêya malbata xwe banga hestiyariyê kir û got: "Hefteyeke li vir em bi pirsgirêk avê re rûbirû ne û nayên çareserkirin jî. Her wiha ji bo vexwarinê jî av nayê dayîn. Em bang li siyasetmedar û gel dikin guh bidin dengê girtiyan. Her wiha demên borî ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiyên wekî qurs û spor hatin rawestandin. Kargo û nameyên piştî demek dirêj didin girtiyan."