Melda Onur: Nebêjin qey wê nobedar jinên rastî şîdetê tên xilas bike 2020-06-20 09:17:36   Gulşen Koçuk   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Dema 24’emîn Melda Onur pergala nobedariyê nirxand û diyar kir ku nebêjin qey wê nobedar jinên rastî şîdetê tên xilas dike û got: “Azadî bi azadiya jinê dest pê dike. Ji ber vê jî divê azadiya jinên neyê sînorkirin.”   Pergala Nobedariya Sûk û Taxê (ÇMB) di 11’ê Hezîranê de li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin û di 18’ê Hezîranê de di rojnameya fermî de hat qebûlkirin. Parlamentera dema 24’emîn a TBMM’ê û Seroka Giştî ya Komeleya Mafê Civakî Melda Onur derbarê pergala nobedariyê de axivî.   *Li aliyekî hewldanan civakek dij mîlîtarîst li aliyê din jî gelo civak bi mîlîtarîzmê tê teşekirin?   Civaka dij mîlîtarîst demokrasiyê, azadiyan mezin dike xwedî dike. Ev demsal derfet dide nûbûnan. Ev demsal ji bo deshtilatdariyê bêguman nebaşe. Ji ber vê jî hewl tê dayîn ku cudahî, fikrên cuda û bawerî bên çewisandin. Mixabin di civakê de aliyên ku piştgiriyê didin mîlîtarîzmê hene. Ji ber vê jî vî karî hêsanî dikin. Girseyên ku ji vê re çepikan lê didin hene.   *Bi çekdarkirina şexsî re aktîfkirina pergala nobedariyê gelo tesaduf e?   Çek, tê wateya li hember kes tisr û fikar afirandine. Di civakê de kêm mirov li mafên xwe digerin, li dijî çekê serî hildide. Lê piranî kes li dijî çekê çi dibe bila bibe dibêje ez tevlî nebim, ez neçim meş û mîtîngan. Tirsa AKP’ê ya qerebalixê heye. Ji bilî polîs û TSK’ê, komek bi navê ‘sadat’, komên cîhadî yên rojhilata navîn, çeteyên paramîlîter, hene, niha jî nobedar li vê zêde bûn. Otorîterî li ser çekan bilind dibe. Lê ew çek bên kişandin wê ji bo her kesî karaset be.   *Gelo hêza paramîlîter a AKP’ê tê avakirin?   Belê wek min got, lê êdî her tişt qels dimîne. Ev zêdetir ji kontrol, şopandin, tirs û fikarê pêk tê. Her ku desthilatdarî ji çûyînê bitirse, wê ewlehî jî cur bi cur be. Ev riyeke bi xetere, nobedarên îro pê bawerî heye, sibê dikare bikeve destê cemaetekê û bê bawerî be. Dawiya vê tune. Dibêjin ya bi çekê lîstik nabe, ev tiştek wisa ye.   *Hûn pergala nobedariyê ji nokteya derketiye çawa vedibêjin?   Îxbarên cîranan bawerim kêm mane. Ger bê hişê we, bi taybet piştî 15’ê Tîrmehê modela cîranên îxbarkar hat teşwîqkirin. Lê heta cihekî. Êdî wê kolan bi kolan bişopînin. Kesên biguman, yên alkolên bikar tînin, yên hevala xwe ya keç maçî dikin, hedefa nobedarane. Nebêjin qey wê nobedar jinên rastî şîdetê tên diparêzin. Bibe jî ew ji wijdana nobedar re maye.   *Ev wê bandorê çawa li girseyan bike, li jinan bike. Çi li bendê jinan e?   Ji bo jinan fêdeya wê tune. Ez vê ji bo vê dibêjim; îro hûn li Tirkiyeyê li kîjan derî bixin wê bêjin em kêfxweşin. Ji ber kolan bi xeterin, rê tarîne, mêr bi xeter in. Parastina jin û keçên me ji tecawizkaran divê bê kirin. Lê azadî bi azadiya jinê pêkane. Ji ber vê divê azadiya jinê neyê sînorkirin.   *Di demên dawî de di pêvajoya karantînayê de me bê navber şahidiya şîdeta nobedar û polîsan kir. Der barê vê de hûn çi dibêjin?   Serhildana li dijî şîdetê, modelên şîdetê yên li dijî serhildanan, piştre serhildaneke xurtir, teşebusên cuda yên ku bi hêzên ewlehiyê çareser nakin bi daraz û qedexeyên nû kirin. Îtîrazên nû, pişter nermbûnên ji bo hilbijartinê. Ev wisa wê bidome.   *Li dijî mîlîtarîzmê wê têkoşîna jinan bidome?   Muxalefeta herî xurt jin dikin. Ji ber vê jî divê li dijî her cureyê pêkanînên desthilatdariyê jin bi hev re tevbigerin. Bi taybet di mijara vekişandina qanûnan de divê dengekî bilind bê derxistin.