Roja Penaberên Cîhanê: Penaber nayên dîtin 2020-06-20 09:10:01   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê 5 mîlyon penaber dijîn û di pêvajoya vîrûsa koronayê de bi cudakarî û êrîşên nijadperestiyê re rûbirû man. Mafên wan hatin binpêkirin.   20'ê hezîranê Roja Penaberên Cîhanê ye. Bi wesîleya vê rojê em bala xwe didin rewşa penaberên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê derbarê penaberan de di serî de Peymana Cenevreyê ya Têkildarî Hiqûqî ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) heye. Tirkiyeyê şerha ‘sînorê erdnîgarî’ xist vê peymanê û ji ber vê jî ji kesên ji derveyê Ewropayê tên bi taybet penaberên pergaleke wan tune statuya ‘penaberiya bi şert’ tê dayîn. Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Karê Hundir li Tirkiyeyê bi giştî 4,9 mîlyon penaber dijîn. 3 mîlyon û 687 hezar û 244 di bin parastina demborî de ne û 337 hezar jî di parastina navneteweyî de ne.   Li Tirkiyeyê piranî penaber xwedî statuyek demborîne û ji ber vê jî beyî qeyd dixebitin û rojê heta 12 saetan dixebitin. Li gorî rapora zayendên kar ya Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) di meha sibatê de 2, di meha adarê de 6, di meha gulanê de jî 12 penaberên karker jiyana xwe ji dest dane. Li Stenbolê penaberên Stenbolê zêde dijîn û li gorî daneyên fermî 496 hezar kes dijîn û bi kesên beyî qeyd jî 963 hezar kes dijîn. Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolîna Polîtîka Stenbolê (Istanpol) ya di meha çile de amade kiriye, newekhevî jî zêde bûye.   Bi qanûna turik re bêewlebûn zêdetir bû   Derbarê Qanûna Parastina Navneteweyî û Biyaniyan a Hejmar 6458’an de di xala 18’emîn de guherîn hat kirin û bi van guherînan re bêlewbûna penaberan zêdetir bû. Di 27’ê Sibatê de li Îdlîbê li hember leşkerên TSK’ê êrîş pêk hat û 33 leşkerî jiyana xwe ji dest da. Piştî van geşdanan piranî peyman hatin bipêkirin. Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk da zanîn ku biryar girtine ku ew pêşî li derbasbûna penaberên Sûriyeyê ya ji bo Ewropayê nagirin û piştî vê penaberan ji her derê Tirkiyeyê berê xwe dan sînorê Yewnanîstanê. Wezîrê Karê hundir di 3’ê Adarê de diyar kir ku hejmara penaberên derbasî Yewnanîstanê bûne 130 hezar û 469 e. Yên xwestin bi penaberan re bikevin piştevaniyê jî rastî şîdetê hatin. Her wiha gelek penaber yên bi botan derbas dibûn, qulipîn avê û asê man. Walîtiya Edîrneyê diyar kir ku ji 27’ê sibatê şûnde 147 hezar û 132 penaber derbasî Yewnanîstanê bûne, 3 penaberî jiyana xwe ji dest daye û 2014 jî birîndar bûne.   Bi pandemiyê re rewş girantir bû   Li Tirkiyeyê jî ji ber virûsa korona bangên ‘li malê xwe bin’ hatin kirin û sînorkirin hatin anîn. Di vê navberê de hatibû hînbûn ku 150 hezar û 600 kes ji sînorê Yewnanîstanê derbas bûne, 4 hezar û 600 kes li Pazarkuleyê dipên. Walîtiya Edîrneyê diyar kir ku penaber şandine mîvanxaneyan, di çarçoveya tedbîrên vîrûsê de penaberên di bin karantînayê de bên girtin jî wê piştre bişînin herêmêm bi ewle. Penaber ji vê dîrokê şûnde nehatin dîtin. Rêxistinên gel û komeleyan diyar kirin ku penaber şandine Navendên Şûnde Şandinê (GGM) yên Tirkiyeyê û piranî jî li bajarên peravê hatine bicihkirin.   Penaber bi heqdestên kêm tên xebitandin   Komeleya Lêkolîna Penaberiyê (GAR) di meha nîsanê de raporek bi navê ‘Mecburiyet, muzakere û guherîn: Tecrubeya xebatê ya jinên Sûriyeyê û têkiliyên zayendî yên civakî’ amade kir. Di raporê de 48 penaberên jin yên navbera temenê 18-45’an de esas hat girtin. Di raporê de hat diyar kirin ku karker bi heqdestên kêm tên xebitandin, li kargeriyan rastî newekhevî, nîjadperestiyê tên.