'Deriyê dibistanên Kobanê ji nû ve ji xwendekaran re hat vekirin' 2020-06-20 09:08:36   Xezne Celal   KOBANÊ- Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Peyman Ebd- El Rehman derbarê sala xwandinê ya 2019/2020'an de wiha got: "Em nikarin bibêjin asta xwendinê ya îsal baş an jî lawaz bû, ji ber ku di vê salê de gelek pirsgirêk derketin û bûn sedama ku xwendekar dûrî xwendinê bikevin.  Ji bo temamkirina xwendinê bi taybe ji bo xwendekarên refa 12'an ji nû ve dibistanên Kobanê hatin vekirin."   Di sala 2019/2020'an a xwendinê ya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek pirsgirêk derketin, ev pirsgirêk bûn sedema ku gelek caran dibistan, akademî, peymangeh û zanîngeh werin girtin. Di dema derketina Vîrûsa Koronayê de ji bo parastina xwendekaran giştî dibistan, akademî, peymangeh û zanîngeh ketin betlaneyê. Ji bo temamkirina xwandinê bi taybet ji bo xwendekarên refa 12'an ên sala 2019/2020'an di 14'ê Hizêranê de 9 dibistanê amadehî yên kantona Kobanê deriyê xwe ji 3 hezar û 358 xwendekaran re vekir. Wê du mehan wane werin dayîn û piştre ezmûn ji xwendekaran re werin pêşkêşkirin. Di heman demê de peymangeha Ş. Zozan ji bo xwendekaran hat vekirin û wê xwendina xwe berdewam bikin. Her wiha di 15'ê Hezîranê de jî li Akademiya Ş. Viyan Amara dewreya hatibû rawestandin ji nû ve dest pê kir. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Peyman Ebidrehman ji ajansa me re axivî.   'Sala xwandinê ya 2019/2020'an saleke awarte bû'   Peymanê teqez kir ku sala 2019-2020'an a xwendinê saleke awerte bû, ji ber ku gelek caran dibistan hatin rewestandin û wiha domand: "Bi vekirina dibistanan re gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakurê Sûriyeyê zêdetir bûn. Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî û bajarên ser sînor kirin. Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bandoreke neyînî li ser xwendekaran kir. Ji ber vê yekê 3 hefteyan dibistan hatin girtin û di navbera nîvê salê de jî 2 hefteyan deriyê dibistanan hatin girtin. Bi destpêkirina werzê duyemîn re şewba Korona derket, ew jî nexweşiyeke cîhanî ye û tevahî cîhan jê bandor dibe. Bi armanca parastina welatiyan ji vîrûsa Korona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23'ê Adarê de qedexeya derketina derve ragihand û biryar hat girtin ku dibistan, peymangeh û zanîngeh bên girtin. Li gor vê biryarê tevahî herêmê dibistanên xwe dan sekinandin."   'Dibistan ji bo xwendekarên refa 12'an hatin vekirin'   Peymanê destnîşan kir ku piştî qedexeya derketina derve, bi armanca ku xwendekar ji xwendinê qut nebin biryar hat girtin ku bi rêya online wane werin dayîn û wiha pê de çû: "Me dest bi qeydkirina waneyan kir û li ser qenala Rojava û you tube tên weşandin. Xwendekar ji vê yekê sûd digirin û ji xwendinê bê par namînin. Piştî dirêjkirina qedexeya derketina derve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar girt ku xwendekar ji refa 1'ê heta 11'an werin veguhestin ji bo sala din. Niha ji wan re amadekariyên karnameyan tê kirin û piştre wê li xwendekaran bê belavkirin. Ji bo xwendekarên refa 12’an me nikaribûn veguhestana ji ber ku wê sala bê derbasî peymangeh û zanîngehan bibin. Ji ber vê yekê me di 14'ê Hezîranê de dest bi vekirina dibistanê ya ji bo xwendekarên refa 12'an kir. Di heman demê de peymangehên me jî hatin vekirin, tenê ji bo xwendekarên sala duyem. Wê perwerde du mehan dirêj bibe, di nava du mehan de wê mamoste li gorî derfetên heyî waneyan bidin xwendekaran. Piştî du mehan wê derbasî sala nû bibin."   'Ji zarokên xwe re bibin alîkar ji bo ku ji xwendinê bêpar nemînin'   Peymanê da zanî ku li gor dihat xwestin nekaribûn xwendekaran bidin xwendin û wiha bi dawî kir: "Em nikarin bibêjin sala 2019/2020'an a xwendinê saleke baş an jî lawaz bû. Ji ber ku di vê salê de gelek pirsgirêk derketin û bandoreke neyînî li ser xwendekaran hat kirin ku dûrî xwendinê bikevin. Dema ku xwendekar li dibistanê waneyan bistîne ne wek ku li ser online tamaşe bike. Lê dîsa jî li gor derfetên heyî heta astekê me karibû waneyan pêşkêş bikin. Ez bang li malbatên xwendekaran dikim ku bi zarokên xwe re bibin alîkar, li qenala Rojava waneyan tamaşe bikin û ji xwendinê bê par nemînin."