'Li Efrînê zêdetirî hezar û 126 jin bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin' 2020-06-20 09:04:13   Ferîde Zade   ŞEHBA - Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Şilfo da zanîn ku li Efrînê zêdetirî hezar û 126 jin rastî kiryarên dewleta tirk hatine û got: "Ger pêşiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê neyê girtin, wê bûyera Melek ne ya yekem û ne jî ya dawî be. Li Efrînê zêdetirî hezar û 126 jin bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin."   Piştî kontrolkirina Herêma Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê, kiryar, kuştin, talankirin, dizî û revandina jinan her didome. Ruxmê ewqas kiryarên derveyî mirovahiyê bêndengiya dewletên navneteweyî her dewam dike. Di demên dawî de jî kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê yên di derheqê jinan de her ku diçe zêdetir dibe. Têkildarî mijarê Cigîra Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Şilfo nêrîna xwe parve kir.    'Şerê ku li Sûriyeyê tê jiyîn şerê paradigmayê ye'   Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn û wiha pê de çû: "Feylesofek Fransî diyar dike ku şer di navbera dewletan de ye, ne di navbera dewlet û însanan de ye. Ev gotin di roja me ya îro de jî di hemû aliyan ve tê jiyîn. Ev deh sal bû şerekî pir dijwar li welatê Sûriyeyê tê jiyîn. Di vî şerî de ehlaq, nirx û hevpeymanên navneteweyî pêk nayên. Mirov dikare şerê ku li Sûriyeyê tê jiyîn weke şerê paradigmayê pênase bike. Dewleta tirk her dem xwe weke dewleta Îslamî û demokrasiyê pênase dike, lê belê dagirkirina dewleta tirk a bajarên Sûriyeyê asta demokrasiya wan nîşan dide. Dewleta tirk bi pênaseya demokrasiyê hemû cîhanê dixapîne. Her wiha him dagir kir him jî demografiya herêmên me diguherîne. Mirovên bê sûc qetil dike û bi darê zorê koçber dike."   'Kiryarên dewleta tirk li Efrînê li hember sivîlan zêdetir dibe'   Bêrîvanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li herêma Efrînê û wiha domand: "Di demên dawî de kiryarên dewleta tirk li herêma Efrînê li hember sivîlan zêdetir dibe. Mijara herî dawî jî li herêma Efrînê jinên ku hatine revandin li zîndanê hatin dîtin. Di nava van dîmenan de jina ciwan a 16 salî Melek jî hebû û piştî çend rojan Melek kuştî li çolan hat dîtin. Piştî qetilkirina Melek dewleta tirk vê rastiyê di medya de xwest veşêre, lê belê rastî tucaran nayê veşartin. Her wiha gelê ku li Efrînê mane neçar dimînin ku keçên xwe bi temenê biçûk bidin zewicandin, ji ber ku ji aliyê çeteyan ve neyên revandin."   'Hezar û 126 jin rastî kiryarên dewleta tirk hatine'   Bêrîvanê diyar kir ku di nava du salan de hezar û 126 jin li Efrînê rastî kiryarên dewleta tirk hatine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ger pêşiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê neyê girtin, wê bûyera Melek ne ya yekem û ne jî ya dawî be. Li gor belgekirina Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê ji kiryarên dewleta tirk, ji destpêka dagirkirina Efrînê heta roja îro zêdetirî hezar jin hatine revandin, 60 jin rastî bê exlaqiyê hatine, 66 jin hatine qetilkirin û ji wan 3 dawî li jiyana xwe anîne. Hemû kiryarên ku hatine jiyîn û hê tê jiyîn li dijî wê herkes bêdeng e, lê berpirsiyariya van kiryaran dewleta tirk a dagirker e."   'Çarenûsa jinên ku hatine revandin diyar bikin'   Bêrîvanê destnîşan kir ku pêwist e lêpirsînek were kirin û çarenûsa jinên ku hatine revandin were diyarkirin û wiha dom kir: "Banga me ew e ku aliyên pêywendîdar têkevin nava lêpirsînekê û çarenûsa jinên ku hatine revandin diyar bikin. Her wiha ev kiryarên ku hatine kirin bên cezakirin. Em bang li tevahî tevgerên jînên cîhanî dikin ku em doza Melek û hemû jinên ku hatine revandin bikin rojeva raya giştî û em bibin yek dest da ku em nalîna jinên Efrînê bigihênin hemû gelan. Em dûr neçin herî dawî jî kalê 80 salî hat revandin û fidye jê hatibû xwestin paşê hat qetilkirin û cenazaya wê avêtin ber ava Meydankê ya navçeya Şera ya Efrînê. Her çiqas kiryarên dewleta tirk bê sinor dibe, ewqasî bêdengiya cîhanê bê sinor dibe."   'Em ê tola jinên Efrînê hilînin'   Bêrîvanê herî dawî diyar kir ku ew ê heta dawiyê têbikoşin û tola jinên Efrînê hilînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em jinên Efrînê ku li Şehbayê dijîn, her em ê di nava tevgerê de bin da ku em dengê jinên Efrînê bigihênin hemû cîhanê. Em ê heta dawiyê têbikoşin û tola jinên Efrînê hilînin. Xet û biryara me domandina berxwedana me ye. Em ê dengê azadiyê ji bo xilaskirina hemû jinan bilind bikin."