Evîn Siwêd: Armanca me ew e ku em di kongreyê de hêza jinan derxin pêş 2020-06-20 09:01:00   Roj Hozan   QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, derbarê amadekariyên Kongreya 8’emîn a Rêxistina Kongreya Star ya ku wê di demeke nêz de bê li darxistin nêrînên xwe anî ziman. Evînê wiha got: "Pilan û projeyên me yên ku di her du salên borî de ku di encamê êrîşan de kêm mane em ê dîsa nûjen û sererast bikin. Mebesta me komkirina hêza jinê ye ku em herikîna rihê jiyanê pê re bidin avakirin."   Rêxistina Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê wê di demeke nêz de Kongreya xwe ya 8’emîn li dar bixe. Têkildarî amadekariyên ku niha ji bo Kongreyê tên kirin, nîqaşên ku derdikevin pêş û nêrînên ku jin ji bo Kongreyê pêşkêş dikin ev hemû, Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd ji me re nirxand.   'Kar û xebatên du salan bi rengekî berfireh tê nirxandin'   Evînê di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Weke ku tê zanîn li gor hevpeymana Rêxistina Kongreya Star ji her du salê carekê Kongre tê lidarxistin û herî dawî jî di sala 2018’an de Kongre hat çêkirin. Îsal jî em amadekariya xwe ya ji bo  Kongreya  8’emîn dikin û nîqaşên li ser jî wê di dawiya meha Îlonê de bê bidawîkirin. Di Kongreyê de ji aliyê sîstemê de, kar, xebat û pilanan de nîqaşên berfireh tên kirin. Kar û xebatên du salan bi rengekî berfireh tê nirxandin. Kêmasiyên heyî, xebatên ku hatine kirin û pilanên ku di Kongreya borî de hatine xêzkirin ji bo pêşxistina xebatê,  wê hemû ji ber çavan  bên derbaskirin."   'Ji bo amadekariyên Kongreya 8’emîn civînên berfireh ji hemû jinan re tên çêkirin'   Evînê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevpeymana Kongreya Star û beşên rêxistinbûyîna wê û wiha domand: "Kongreya Star li ser du beşan xwe bi rêxistin dike. Ev yek jê komîn û meclîs e ya din jî rehendên komîteyan e. Niha ji bo amedekariyên Kongreyê civînên berfireh li hemû bajar, navçe û Kantonan tên çêkirin, nêrînên destpêkê yên ji bo hevpeymana Kongreya Star tê kirin hîn tam zelal nebûne.  Tuzika Kongreya Star di aliyê sîstemê de çiqas têrê dike û çiqas em dikarin xurtir bikin nîqaşên ser wê hene, ev nîqaş di dawiyê de wê di cihekî de kom bibe û dê komîteyeke amadekirina tuzikê bê avakirin. Di vê demê de jî em dewreyên xwe yên perwerdeyê bi rê ve dibin. Kesên ku di Kongreyê de bê hilbijartin û di nav de cihê xwe bigirin wê perwerdeyên têr û tijî li akedemiyên Kongreya Star bibînin. Ji bo komîteya rehendan jî ev komîte  di aliyê rêxistinbûyînê de wê plansaziya xwe li ber çavan derbas bikin û ji bo civînên berfireh ango konferansan wê xwe bi rêxistin bikin. "   'Êrîşên dewleta tirk bandorên pir mezin ser pilanên me yên sala borî kir'   Evînê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêman nirxand û wiha pê de çû: "Em nikarin bêjin pilansaziya ku di nava du salan de hatine derxistin pêk hatine, ji ber em di rewşên herî zehmet de derbas bûn. Berê du salan Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatibû dagirkirin û par jî Herêmên Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Bi hezaran mirov koçber bûn û mala wan hat xerabkirin, di zerfên gelek zehmet de derbas bûn. Her wiha bandora êrîşan li ser aborî, rêxistinî û siyasetê kir. Di van her du salan de pilansaziya me ya ji bo perwerdekirina mêran hebû, li hin herêman hat dîtin, lê li herêma Cizîrê pêk nehat."   'Pilanên ku di sala borî de kêm mane em ê di Kongreyê de dîsa nîqaş bikin'   Evînê diyar kir ku di rewşa awarte de zirar gihîştiye qada perwerde û aboriyê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê him di demên şer de him jî di demên Vîrûsa Koronayê de gelek zehmetî hat jiyîn. Rêxistina Kongreya Star xwe li ser qada perwerdeyê de bi rêxistin dike, lê di dema şer de gelek zehmetî hatin jiyîn. Piştî Serêkanî hat dagirkirin wek aboriya jinê gelek zirar gihîşt me, bi qasî 4500 darên fêkî, cihên sera û kooperatîfên xweser ket bin serweriya dagirkeran. Em ê carek din xala perwerde û aboriya jinê di Kongreya 8'emîn de bigirin dest."   'Armanca me ew e ku em di kongreyê de hêza jinan derxin pêş'   Evinê diyar kir ku projeyên wan yên sereke ew e ku hêza jinan derxînin pêş  û wiha dom kir: "Di tuzika Kongreya Star a xwe bi rêxistinkirinê de wê xalên sereke di komcivînan de bêtir xuya bikin. Hin tiştên esasî yên ku nêrîna jinan tê de dibin yek hene. Mîna herêmên dagirkirî yên ku roj bi roj jin tê de rastî kiryarên herî hovana tên, em weke jin di rizgarkirina jinan de û daxwaza mafên wan de bi israr in û biryara me yek e. Aliyê din jî ji bo perwerdekirina jinan û zanekirina wan ku jin di nava hemû kar û xebatan de xwe îfade bike projeyên me hene. Projeya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ya netewa demokratîk ku Kongreya Star jî ji pêşengên wê bû, hîn bêtir  em çiqas dikarin îfadeya wê bikin, pêş bixin û xwedî lê derbikevin ji armancên me yên sereke ye. Ji bo xebatê hevgirtina netewên herêmê û xurtbûna wê  Kongreya Star jî xwedî rol û misyon e. Di aliyê diplomasiyê de jî avakirina têkiliyên bi hemû jinan re û xwegihandina wan ev erkê pîroz jinan daye ser milê xwe ku bibe bersiv ji hemû êrîşên ku ser vîna jinê tên kirin. Mebesta me derxistina pêş a hêza jinê ye ku em herikîna rihê jiyanê pê re bidin avakirin. Em dixwazin di kongreyê de hêza jinan derkeve pêş."     'Em ê rihê pêşengên têkoşîna jinê zindî bihêlin'   Evînê di dawiyê de pêşengên têkoşîna azadiya jinê di nava Rêxistina Kongreya Star de bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Projeya netewa demokratîk a ku em xwe li ser  bi rêxistin dikin projeya herî guncav e. Kongreya Star jî di nava pratîkê de ev yek da xuyakirin. Êrîşên ser herêmên me hîn bi dawî nebûne, ji bo wê xwedîderketina li destkeftiyên şoreşa jin û li nirxê şehîdên me yên ku di xeta têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan erka me hemû jinan e. Gelek jinên ku pêşeng bûn di Kongreyê me yê borî de mîna yadê Eqîde û siyasetmedara jin Hevrîn Xelef wê vê carê bi canê xwe ne bi me re bin, lê rihê wan wê her di nava xebatê têkoşîna jinê de zindî bimîne. Em jî xwe weke şopdarên van jinên pêşeng dibînin."