ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-20 09:00:00   *Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, derbarê amadekariyên Kongreya 8’emîn a Rêxistina Kongreya Star ya ku wê di demeke nêz de bê li darxistin nêrînên xwe anî ziman. Evînê wiha got: "Pilan û projeyên me yên ku di her du salên borî de ku di encamê êrîşan de kêm mane em ê dîsa nûjen û sererast bikin. Mebesta me komkirina hêza jinê ye ku em herikîna rihê jiyanê pê re bidin avakirin." DÎMEN HEYE   *Di ser lêpirsîna derbarê mêrê bi navê B.E'yê li dibistanê li 50 zarokan êrîşa zayendî kiribû re  salek û 2 meh derabs bû, lê hîna derbarê dosyê de tu pêşketin tune ye. DÎMEN HEYE   *Cîgira Seroka Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Şilfo da zanîn ku li Efrînê zêdetirî hezar û 126 jin rastî kiryarên dewleta tirk hatine û got: "Ger pêşiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê neyê girtin, wê bûyera Melek ne ya yekem û ne jî ya dawî be. Li Efrînê zêdetirî hezar û 126 jin bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin." DÎMEN HEYE   *Fatma Budak û Zozan Budak li gundê Goçxwarê yê navçeya Lîcê li gel malbata xwe, li zeviyên ku kirê kirine çandiniyê dikin. Fatmayê diyar kir ku demek direje ew karê çandiniyêdikin û got: “Çandinî parçeyek ji jiyana me ye. Ev çand û debara me ye.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de axivî û got: "Dewleta tirk armanc dike ku destkeftiyên Gelê Kurd têk bibe û nakokiyên partiyên siyasî ku em dixwazin çareser bikin gurtir bike. Pêwist e partiyên siyasî jî xwedî li Gelê Kurd derkevin, yekrêziya mala kurdî ava bikin û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê têk bibin."DÎMEN HEYE   *Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Peyman Ebd- El Rehman derbarê sala xwandinê ya 2019/2020'an de wiha got: "Em nikarin bibêjin asta xwendinê ya îsal baş an jî lawaz bû, ji ber ku di vê salê de gelek pirsgirêk derketin û bûn sedama ku xwendekar dûrî xwendinê bikevin.  Ji bo temamkirina xwendinê bi taybe ji bo xwendekarên refa 12'an ji nû ve dibistanên Kobanê hatin vekirin."  DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut ya ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin diyar kir ku projeyên ku derbarê îstîhdama jinê de dabûn destpêkirin nîvco mane û li Navenda Jinan a Binevş polîs hatine bicihkirin û got: “Em ê tevî hemû zextan têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN    * Li Tirkiyeyê 5 mîlyon penaber dijîn û di pêvajoya vîrûsa koronayê de bi cudakarî û êrîşên nijadperestiyê re rûbirû man. Mafên wan hatin binpêkirin.   *Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçî Şehbayê bûne, di derbarê Roja Penaberiyê ya Cîhanê de anîn ziman ku ew di bin şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û wiha gotin: "Em ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji neçarî koçberî Kantona Şehbayê bûn. Di encama êrîş û qirkirina dewleta tirk de em li ser axa xwe bûn wekî penaberan."DÎMEN HEYE   *Parlamentera Dema 24’emîn Melda Onur pergala nobedariyê nirxand û diyar kir ku nebêjin qey wê nobedar jinên rastî şîdetê tên xilas dike û got: “Azadî bi azadiya jinê dest pê dike. Ji ber vê jî divê azadiya jinên neyê sînorkirin.”