HDP'ê li Meclisê afîşê 'Êrîşa zayendî nayê efûkirin' daliqand 2020-06-19 17:14:45   ENQERE - Parlamenterên DHP'ê li meclisê li dijî efûya êrîşa zayendî li deriyê odeya xwe afîşê "êrîşa zayendî nayê efûkirin" daliqandin.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , li dijî efûkirina kesên li dijî zarokan êrîşa zayendî pêk anîn a ji aliyê AKP'ê  ve, li deriyê odeya xwe ya li meclisê afîşê "êrîşa zayendî nayê efûkirin" daliqandin.   Herwiha di afîşa hat daliqandin de dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" jî cih girt.