TJA'yê derbarê roja penaberan de daxuyanî da 2020-06-19 15:51:29   AMED - TJA'yê bi minasebeta 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Jin û zarok li deriyên sînoran û li kampan bi tundiya zayendî û fîzîkî re rûbirû dimînin. Divê ku neyê jibîrkirin penaberî encamek e."   Tevgera Jinên Azad (TJA)bi minasebet 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî daneyên dawî nêzî 70 milyon mirov neçar mane ku koç bikin û wiha hat gotin, "Di vê koçberiyê de ku ji ber şer rû didin, berdêla herî giran ji aliyê jin û zarokan ve tên dayin. Tundiya mêr a li jinan tê kirin, di dema penaberiyê de girantir dibe."   TJA'yê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê penaberan ji mafên wan ên herî însanî yên bingehîn bêpar dihêle; li deriyên sînor, li kampan êrişên zayendî û fîzîkî li wan tê kirin û destnîşan kir, "Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku ev pirsgirêkên diqewimin hemû ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şer e." Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li saziyan hemûyan dikin ku li dijî cihêkarî, nijadperestî û nefreta bi rêk û pêk tê kirin, ji bo tenduristiya penaberan bikevin nava hewldanan. Divê neyê jibîrkirin ku penaberî encameke."