Li Enqereyê ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amadekarî tên kirin 2020-06-19 15:19:31   ENQERE - Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê sibê meşvanên xwe ji Colemêrgê û Edîrneyê tên bi boş pêşwazî bikin.    Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê têkildarî amadekariya meşvanên HDP’ê yên ji Colemêrgê û Edîrneyê dê sibehê bigihîjin Enqereyê li avahiya xwe daxuyanî da. Rêveber û pêkhateyên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokên HDP’a Enqereyê Perîxan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê sibê meşvanên xwe bi moral û dilgeşî pêşwazî bikin.    Pakîze diyar kir ku tevî hemû astengiyan bi piştgiriya gel ew ê sibehê ev rêwîtî li Enqereyê bi dawî bibe û wiha got:"Em civîna gel ji ber pandemiyê çênekir. Me nexwest zirar bigihêje gelê me. Me bi komên biçûk gel ziyaret kir. Li dijî îktidara faşîst a AKP-MHP'ê ev meş bi awayekî serkeftî dewam dike."   Ew ê cihê hevdîtinê ji aliyê navendê bê diyarkirin.