Komeleya Jinê ya Rosayê bertek nîşanî binçavkirinan da 2020-06-19 15:11:23   AMED - Edamên Komeleya Jinê ya Rosayê bertek nîşanî binçavkirina jinan a serê sibehê dan û gotin:"Jin hene û jin li her derê ne."   Edamên Komeleya Jinê ya Rosayê têkildarî binçavkirina Endama Meclîsa Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan, Aktivîsta TJA'yê Jiyan Taş, Endama Meclîsa Bismilê Emîne Akin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî binçavkirinan dan û wiha gotin:"Ev meheke dawî ye hema her roj siyasetmedar û aktivîstên jin dibin hedefa sîstemê. Di van rojên tecawizkar û kujerên mêran tên berdan û tundî zêde dibe de jinên ku ji bo pêşîgirtina tundiyê li berxe didin tên binçavkirin û girtin.  Jin hene û jin li her derê ne."