Pervîn Bûldan: Em temînata aştî û demokrasiyê ne 2020-06-19 14:06:26   NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya kampanyaya jinê ya "Têkoşîna Jinê li her Derê ye" û "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" de li Sultanbeylî axivî. Pervînê got:"Em temînata aştî û demokrasiyê ne."    Çalakî û xebatên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û kampanyaya HDP'ê ya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" didome. Milê Edîrneyê meşa xwe ya Stenbolê îro di pêşengiya Jinan de berdewam dike. Di meşê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, li Sultanbeylî ya Stenbolê axivî. Pervînê bi gotina "Şertên we yên faşîzmê nikarin rê li pêş meşa me bigirin û nikarin me û gelê me ji hev qut bikin" û bertek nîşanî astengiyê dan. Pervînê, da zanîn ku li gel hemû astengiyan bi gel re tên cem hev û wiha got: "Bi tu awayî nikarin rê li pêş meşa me ya HDP'ê bigirin. Em li vî welatî temînata aştî, demokrasî, azadî û edaletê ne. Em partiya demokrasi û aştiyê diparêzin."    Pervînê, anî ziman ku ew dê bimeşin Girtîgeha Kandira û navê jinên siyasetmedar, hevşaredar hevserokan yek bi yek jimart. Pervînê, da zanîn ku bi siyasetmedarên girtî re di nava şewirmendiyê de ne û wiha got: "Wekilên me, hevşaredar û hevserokên me bi awayekî neheq hatine girtin û vîna wan hatiye xespkirin. Em li dijî neheqî û bê hiqûqîyê ketine rê. Ev rêwîtiya me dê bigêje armanca xwe. Heta hevalên me azad bibin ev meşa me dê berdewam bikin."    Pervînê, herî dawî anî ziman ku dê sibehê bimeşin Enqereyê û li Enqereyê meşa demokrasiyê berdewam bikin û wiha got: "Piştî me deklerasyona xwe parve kir em ê meşa xwe bi dawî bikin. Em dê meşa xwe bi çalakiyên cuda vê carê berdewam bikin. Li pey vê meşê aştî, demokrasî û edalet heye."