Meşvanên demokrasiyê ji Rihayê Îmrali silav kirin 2020-06-19 14:05:42   RIHA - Meşvanên baskê Colemêrgê yên HDP’ê li Rihayê bi coş hatin pêşwazîkirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar got em ji welatê zarokên rojê ji Rihayê silavan dişînin Îmraliyê.    Meşa baskê Colemêrgê ya HDP’ê ji Amedê vê sibê bi rê ket û gihîşt Rihayê. Meşvanên HDP’yî li navçeyên Siwêreg û Cûrnê Reş bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Piştî van navçeyan şandeya HDP’ê çû Rihayê û liv ir jî hatin pêşwazîkirin. Tevî hemû astengiyan jî meşa HDP’ê ber bi Enqereyê ve didome. Dê meşa îro bigihîje Edeneyê û tê payîn sibê li Enqereyê bin.    'Meşa me ya azadiyê ye'   Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku Riha cihê zarokên rojê ye û wiha got:"Em dizanin Riha bajarê zarokên rojê ye. Em ji vir heta Îmraliyê silavên xwe bi rê dikin. Meşa me ya azadiyê ye."   Piştre bi dirûşmên "Bijî berxwedana HDP'ê" heyet ber bi Edeneyê ve hat oxirkirin.