'Perwerde xwenaskirin e' 2020-06-19 09:06:29   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endamên Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê yên di kampa perwerdeyê de cih digirin wiha gotin: "Kampa perwerdeyê mirovan pêş dixe. Hêviya me ew e ku hemû jinên ciwan xwe perwerde bikin, rastiya xwe nas bikin. Divê jinên tên perwerdekirin derdora xwe jî perwerde bikin."   Endamên Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê kampek perwerdeyê ji bo jinên ciwan ava kirin.  Ev perwerde ji 14 jinên ciwan ên Kantona Qamişloyê pêk tê.  Perwerde wê 10 rojan dewam bike. Jinên ciwan çalakiyên cur be cur pêşkêş dikin. Têkildarî mijarê jinên ciwan ên ku tevlî kampa perwerdeyê bûne derbarê vê yekê de nêrînên xwe anîn ziman."   'Perwerde xwenaskirin e'   EndamaTevgera Jinên Ciwan, Dicle Ehmed li ser perwerdeya ku  niha dibîne wiha nêrîna xwe parve kir: "Em 14 jinên  ciwan tevlî vê perwerdeyê bûn. Di vê perwerdeyê de em hînî gelek tecrubeyên jiyanê bûn. Me bêtir xwe nas kir û li ser dîroka jina pêşeng gelek lêhurbûnên me çêbûn. Waneyên li ser Jîneolojî, rastiya serokatî, şerê gelê şoreşger, welatparêzî me di perwerdeyê de dîtin. Fikreke xweş bû ku em di nava xwezayê de mejiyê xwe zindî bihêlin. Ez pir kêfxweş im bi vê tecrubeyê. Hêvîdar im hemû jinên ciwan xwe perwerde bikin û rastiya xwe nas bikin."   'Di nava xwezayê de tiştên nû tên afirandin'   Jina ciwan a bi navê Hebûn Xelef  jî li ser jiyana kampê axivî û wiha got: "Em ê 10 rojan perwerdeya xwe  di nava xwezayê de bibînin. Di destpêka ku  tîrêjên rojê derdikeve em werzîşa xwe dikin û paşê jî em xwarina xwe amade dikin û wisa derbasî waneyên xwe dibin. Çalakiyên me pir in. Rihê hevaltiyê di navbera me de pir li pêş e. Cudahiya vê carê ya perwerdeya me ew e ku em dikarin di nava xwezayê de gelek tiştan biafirînin. Daxwaza min ew e ku her car perwerdeyên wisa bên destpêkirin û hemû jinên ciwan xwe perwerde bikin."