'Çîrokên fermanê qet ji bîra min naçin' 2020-06-19 09:01:07   Roj Hozan   QAMIŞLO - Ferîde Semwêl a Xiristiyan têkildarî komkujiya bi ser wan de hatiye da zanîn ku wê rojên gelekî dijwar derbas kiriye û wiha got:"Dayik û bavê min her behsa çîrokên fermanê dikirin. Qêrîna mirovan, herikîna xwînê her li ber çavên wan bû û heta di xewnên şevê de jî didîtin. Me bi xwe gelek rojên dijwar derbas kirin. Ew roj nayên jibîrkirin."   Kurda Xiristiyan Ferîde Semwêl a ji Gundê Temerzê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê û 83 salî niha li Gundê Maşoqê ya Navnçeya Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê dijî. Ferîdeyê behsa komkujiya li ser wan hatiye kirin û çîroka jiyana xwe û rêwitiya xwe ya ji bakur heta rojava kir.    'Dewleta tirk dijminatiya civakan kir û mirov qir kir'   Ferîdeyê diyar kir ku dijminatiyeke mezin li dijî wan hatiye kirin û wiha got:"Ez di zarokatiya xwe de dibûm şahidê çîrokên komkujiya bi ser me de hatiye. Dewleta tirk a ku dijminatiye mirovan dike civak qir kir û mirov mecbûrî desthilatdariya xwe kir. Di wê fermanê de 3 mamên min û zarokên wan, 2 metên min tevî malbatên wan bi temamî hatin qetilkirin. Tenê bavê min û meteke min reviyan û xelas bûn. Jixwe ji malbata dayika min  jî 50 kes hatin qetilkirin û bi tenê dayika min hin kesan ew xelas kir. Dayik û bavê  min her qal dikirin bê di wan rojan de çi qewimî. Qêrîna mirovan, herikîna xwînê her ber çavên wan bû û heya di xewnên şevê de jî didîtin û qal dikirin. Dewleta tirk dijminatiya civakan kir û mirov qir kir."   'Çîrokên fermanê qet ji bîra min naçin'   Ferîdeyê di dewama gotina xwe de çîrokên fermanê yên ku ji bav û dayika  xwe bihîstiye vegot û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayik û bavê min li gundê Temerêzê yê Şirnexa  Bakurê Kurdistanê dijiyan. Ev gund bi xwe gundekî xiristiyanan e. Di demên berê de ev gund ji aliyê dewleta tirk ve bû hedefa ferman û komkujiyan. Malbata min digot di wê roja reş de dewleta tirk mirov qetil dikir û ola wan diguhert. Destên dewleta tirk dirêjî kijan mirovî dibû dikuşt. Malbata min jî reviyan Sûriyeyê. Çîrokên ku ji min re dihatin gotin qet ji bîra min naçin. Dayika min digot li pêşiya çavên min jineke dûcanî zikê wê çirandin û jin û zaroka wê kuştin, mirov kole kirin û bi saxîtî agir berdan canê wan. Dayika min wê demê ne mezin bû, tê Sûriyeyê û dizewice. Gelek kes ji malbata bavê min jî kuştin."   'Fermana bi êş û kelem nayê jibîrkirin'   Ferîdeyê wiha dewam kir: "Piştî ku malbata min tê Sûriyeyê dayik û bavê min bi hev re zewicîn, ew ser ola xwe man. Lê malbata hevjînê min ku bi eslê xwe ermen in ola wan guhertin. Mirov nikare neheqiyê li wan bike bê çima ser ola xwe vegeriyan, ji ber em nizanin bê di çi rewşê de derbas bûne. Ez  êşa dilê wan hemûyan hîs dikim. Fermana bi êş û kelem nayê jibîrkirin. Ev mirovên ku ji min re qala fermanê kirin hemû çûne ser dilovaniya xwe, lê ez ê îro ji zarokên xwe re van çîrokan zindî bihêlim da ku dijminê xwe nas bikin. Dayik û bavê min bûn şahidê dîroka komkujiya ser vîn, maf û mirovan. Wê rojek were ez ê jî biçim ser dilovaniya xwe, lê ez naxwazim ku tu carî rastiya mirovên desthilatdar bê veşartin. Heya ku zarokên nifşên me hebin divê ferman di bîra wan de zindî bimîne. Bila bi qirkirina dewleta tirk bizanibin."   'Bêbextiya dîrokê ji mêjiyê min nayê avêtin'   Ferîdeyê bal kişand ser berdewamiya qirkirinan û wiha pê de çû: "Dewleta tirk hîn dev ji wê zîhniyeta xwe bernedaye û heya roja me ya îro jî serweriya xwe ser civakan dide meşandin. Weke ku îro em dibînin tiştên bi xiristiyanan hatiye kirin, li civaka kurdan jî dikin. Bêbextiya dîrokê ji mêjiyê min nayê avêtin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê  êrîşî Şengalê kirin û min bihîst bê çi bi ser wê civakê de kirin, çîrokên dayik û bavê min di bîra min re derbas bûn. Zîhniyeta desthilatdariyê li her derê wek hev e, lê tenê nav hatiye guhertin. Domandina destdirêjiya ser civakan dewleta tirk îro jî dike û deverên ku li Rojavayê Kurdistanê dagir kirine mînaka wê ya herî mezin e. Kurd mirovên pir dildar û xêrxwaz in, jixwe dayik û bavê min xêra kurdan ji fermanê hatin parastin ji bo  wê rêzdariya min ji wan re pir heye. Malbatên Kurd bûn sedema ku heta niha neslê malbata min hebe. Bixwe jî ez kurd im. Niha ez bi zimanê kurdî diaxivim."   'Dîrok veşartî namîne rastî her xwe radixe ber çavan'   Ferîdeyê di dawiyê de hêvî kir ku nifşên piştî wê dîroka komkujiya ku bi ser civakan de hatiye ji bîr nekin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gotina min ji nifşên pêşerojê re ew e ku serê xwe ji dijminan re netewînin û rastiya dîroka xwe zanibin. Dîrok veşartî namîne rastî her xwe radixe ber çavan."