Gelên Helebê: Dewleta tirk êrîşî destkeftiyên kurdan dike 2020-06-19 08:37:22   HELEB - Şêniyên bajarê Helebê bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Qadên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê şêniyên bajarê Helebê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Na ji desthilatdariya Tirkiyeyê re" û "Bi têkoşîn û îradeyê em ê serbikevin" hatibû hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û li ber goristana sivîlan a taxa Şêx Meqsûdê rawestiya.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid diyar kir ku dewleta tirk di êrîşan de sivîlan armanc digire û wiha pê de çû: "Dewleta tirk carek din bi balafiran êrîşî Şengal û Mexmûrê kir û sivîl armanc girt û bi van êrîşan, dixwaze deskeftî nasname û hebûna kurdan tune bike, lê em ê weke Gelê Kurd bi berxwedana xwe van êrîşan têk bibin. "   Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.