Kongreya Star: Em ê ji bo hebûna xwe têbikoşin 2020-06-18 19:28:24   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi meşekî êrîşên dewleta tirk, li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li navçeya Şêrewa ya girêdayî Herêma Efrînê meşek girseyî hat li darxistin û êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê hat şermezar kirin. Di meşê de şêniyên navçeya Ehras, Şêrewa û Efrînê amadebûn. Di meşê de şaxên zeytûnan, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star û pankartê bi nivîsa "Na ji êrîşên dagirkeriya tirk re", "Êrîşên dagirkeriyê nikare vîna Gelê Kurd bişkînê" û "Şengal, Mexmûr û Xakûrkê hêviya gelan e" hatibû hilandin. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star a Efrînê Emîne Dingilî êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha domand: "Bi rojane kiryarên dewleta tirk li ser Gelê Kurd zêde dibe. Di dîrokê de her Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bedel daye û wê Gelê Kurd tu caran ranewestê. Bi destpêkirina şoreşa 19'ê tirmehê dewleta tirk ji bo tunekirina agirê şoreşê ketiye nava tevgerê. Em wek Gelê Kurd tucaran teslîmkariyê qebûl nakin û em ê ji bo hebûna xwe têbikoşin." Li ser navê Meclîsa navçeya Şêrewa yê Efrînê Ehmed Silêman êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em êrîşên dewleta tirk li ser qadên parastina medya, Mexmûr û Şengalê şermezar dikin. Em ê tucaran dev ji berxwedaniya xwe bernedin, em çiqas bedelên giran jî bidin em ê her berxwedana xwe bidomînin. Gelê Kurd bi berxwedana xwe hat vê astê û îro şunde jî dev ji doza xwe bernade." Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Mexmûr û Şengalê" bi dawî bû.