Heyeta HDP’ê serlêdana Rêxistinên Sîvîl kir 2020-06-18 18:00:45   AMED - Heyeta HDP'ê  meşa xwe ya bi dirûşma “Li dijî darbeyê meşa demokrasiye”, ji Colemêrg û ji Edîrneyê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin berdewam dike.  HDP'ê di çarçoveya meşa xwe de li Amedê serdana saziyên sivîl kir.   Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ku bi dirûşma “Li dijî darbeyê meşa demokrasiye”, ji Colemêrg û ji Edîrneyê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin berdewam dike.  Heyeta li Êlihê bi gel re  hevdîtin kir şeva din li Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Heyet li Amedê xebatên xwe berdewam dike. Di çarçoveya xebatên xwe de îro jî  Rêveberiya Federesyona Komelelyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), Meclîsa Dayikên Aştîyê û Însiyatîfa Mafan kir. Serledan bi tevlîbûnên Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Parlementerên HDP’ê  Tayîp Temel û Saît Dede, Hevşaredara  Bîsmîlê  Gulşen Ozer a ku qayum li şuna wê hatibû tayinkirin û bi tevlibûna Rêxistinên HDP’ê yên navendên  Amedê pêk hat.   ‘Li dijî êrîşan berxwedan divê’   Heyeta HDP'ê bi serdana MED TUHAD-FED'ê dest bi serdanê kir û ji aliyê Hevserokê MED TUHAD FED'ê  Mehmet Temîzyuz ve hat pêşwazîkirin. Hevserok Mehmet axaftinek kurt kir û anî ziman ku divê li dijî faşîzmê têkoşînek hevpar bê meşandin. Her wiha  Mehmeet destnîşan kir ku li dijî wan êrîşan ji xeynî berxwedanê çareseriyek din nîne.   ‘Ev meş meşa azadiyê ye’   Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel jî bal kişand ser tercîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku armanca vê meşê di heman demê de li dij derketina tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Banga me ji hemû kesên ku bandora Birêz Ocalan dizanin û heqiqeta tercîdê dizanin re ye ku deng bidin vê meşê. Ev meş meşa azadiyê ye. rêya aştiya vî welatî ji rakirina tercîda li ser birêz Abdullah Ocalan derbas dibe.”   Heyet piştî serlêdana MED TUHAT FED'ê çû serlêdana Însîyatîfa Mafan. Li wê jî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê, Mustafa Avci ku qayûm li şûna wî hatibû tayinkirin, axivî. Mustafa diyar kir ku Meşa Demokrasîyê di heman demê de demokratîk kirina Tirkiyeyê ye.   ‘Faşîzm bêsînor e’   Heyet piştre derbasÎ Meclîsa Dayikên Aştiyê bû. Li wê jî Tayîp Temel li ser navê heyetê axaftin kir û  got: "Armanca meşa me ya din jî ew e ku êrîşên li ser goristanan yên pêk tên em dayikên xwe yên têkoşer tenê nehêlin."   'Bila dilê dayikan neyê şewitandin'   Li ser navê Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey axaftin kir û anî ziman ku ligel Meşa HDP’ê ew hêvî dikin ku êdî aştî û wekhêvî pêk were û wiha domand: “Em gelê Kurd di dîrokê de rastî zilm û êrîşan tên. Tişta ku me nekişandiye nemaye. Hêvî û daxwaza min ew e ku bi yekitiya Gelê Kurd em ji zilma li ser me tên meşandin re bibin bersîvek xurt. Bila aştî, wekhêvî û azadî bê. Bila êdî dilê dayikan neyê şewitandin.”